BÊXAL QADIR / ROJNEWS / SILÊMANÎ

Çavdêrê siyasî Dr. Fayiq Gulpî diyar kir ku ji ber desthilata malbatî û xweferzkirina hizban, xelkê Başûrê Kurdistan bêhêvî maye. Gulpî destnîşan kir ku pêwîstiya gel bi guherînê heye û got; “Hêviya xelkê sîstema Rojavayê Kurdistanê ye û dixwaze ev sîstem derbasî Başûrê Kurdistanê jî bibe.”

Gulpî pirsgirêka sereke ya li Başûrê Kurdistanê ji raperînê heta îro weke nebûna destûreke bingehîn tesbît dike, û dibêje, “Rojavayê Kurdistan ku beşeke ji Suriye yê li ber çavan e. Yek ji karên wana yên destpêkê ewbû ku peymana civakî nivîsîn. Welatên din jî yên weke Sûdan, Misir û Cezayîr hemû bi destûrê kar dikin. Heger destûrên wan ne demokratîk bin jî tên guhertin. Li vir li Herêma Kurdistanê destûr nîne. Çi heye? Civînên hizbî û birayarên hizbî cihê destûrê digirin.”

Desthilata hizban a mutleq heye

Gulpî li ser pirsa ka çima destûra bingehîn nayê nivîsîn jî got, “Ger destûr hebe, maf û erkên aliyên cûda wê bên diyarkirin, lewre nahêlin destûr hebe. Li vir, ji ber ku destûr nîne, desthilat hatiye û mafekî zêde zêde yê aborî, siyasî û hunerî bi dest xistiye, lê mafê gel binpêkiriye. Mînak, ew kanalên ku niha hene, hemû yên hizban in. Li welatên pêşketî, kanala hizbê nîne. Li vê derê aborî hemû di destê hizban de ye. Ev yek sedem e ku mirov dikare bibêje demokrasî nîne. Ev pênc meh in hilbijartin hatine kirin, guhê parlamenteran hemû li ser hizbên wan e. Heger berjewendiyên hizba wan nebe, ti gavê naavêjin û biryarekê nadin, beşdarî civînan nabin. Parlamen, hikûmet, yasa û ragihandin hemû ji aliyê hizban ve tên kontrolkirin.”

Yan reform yan şoreş

Dr. Gulpî, destketiyên li Başûr, weke “encama xeletiyên dijminên me” dinirxîne û dibêje, “Niha jî Iraq, Îran û Tirkiye nuqteyên wan ên lawaz hene, lê em ne ewqas bihêz in ku ji van nuqteyên wan ên lawaz ên dijmin, sûd wergirin.”

Ji bo guhertinê divê çi bê kirin, li gorî Gulpî, “Ji bo guhertinê ji me re du tişt pêwîst in, yan reform yan şoreş. Reform yan divê desthilat bi xwe bike, yan jî muxalefet bike. Me muxalefet nemaye, desthilat jî divê ji ber berjewendiyên xwe hinek reforman bike. Lê, ev reform wê ne demdirêj bin. Ji bo wê li Herêma Kurdistan yan divê desthilat di xwe de guhertinan bike yan jî divê hêzek şoreşger derkeve pêş û şoreşê bike. Ne şert e ku şoreş bi çek were kirin. Dikare şoreş bi awayekî hizrî, yasayî û siyasî were kirin ku gel jê sûdê wergire.”

Yek ji pirsgirêkên girîng ên Başûr li gorî Dr. Gulpî avakirina sîstemeke siyasî ya xwe li ser malbatan ava dike ye; çareseriya ew pêşniyaz dike jî ev e: “Heger me destûr hebe, divê yek ji bendên wê ew be ku nabe hizb li ser bingehê binemaltî were avakirin.”

Rêveberiya Rojava nimûne ye

Ji bo edaleta civakî li Başûr jî, Dr. Fayiq Gulpî serê xwe bi sîstema Rojava diêşîne: “Li Rojavayê Kurdistanê mînakek xweş ya rêveberiyê heye, heta çavdêrên rojavayî jî vê sîstemê wekî mînakek xweşik pênase dikin. Ji ber ku li wê derê gel desthilatdar e. Herwiha hemû netewe bi awayek yeksan bi hev re jiyan dikin. Di navbera baweriyan de birayetiyek hatiye avakirin û wekheviya jin û zilam pêk hatiye. Herwiha wekî ku me di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de dît, berpirs û şervan bi hev re şerê çeteyan dikir. Ji bona vê, xelk li Başûrê Kurdistan ji sîstema hikûmranî pirr bêzar bûye. Hêviya wan zêde bi sîstema Rojavayê Kurdistanê ye.

Çareserî yan bi reforman dibe yan bi şoreşê. Ya ku Goran xwest bike reform bû, lê nekarî bike. Ya li Rojavayê Kurdistanê çêbûyî, şoreş bû. Heger me wekî Apociyan hêz heba, me yê karîba li Başûrê Kurdistanê guhertinan bikin. Pêwîst e sîstema Rojavayê Kurdistan were veguhestin ji bo Başûrê Kurdistan. Ji ber ku ev sîstem di hemû waran de temam e.”

Em ji PYD, HDP û KCK´ê bi gazin in

Li gorî Dr. Fayiq Gulpî, li pêşiya vê veguheztinê du astengî hene: “Ya yekem ew e ku li Herêma Kurdistanê Eniya Tirkmen ku îtîraf bi Kurdistanê nake, destûra siyasî jê re tê dayîn, Selefî, Îxwanî û hemû cûre fikrên siyasî li vir destûrê digirin. Îtlaata Îranê, MÎT’a Tirk, îstîxbarata Îsraîl û çi dezgehên sîxûrî û xirap hene li vir dikarin bixebitin û destûrê jî digirin. Lê ew fikrê ku niha li Rojavayê Kurdistanê bi gewde bûye û xwe li ser fikrên Birêz Abdullah Ocalan bi rêxistin kiriye, li Herêma Kurdistanê qedexe ye. Ew rêxsitinên li ser fikrên Apoyî nikarin li Başûr xwe bi rêxistin bikin.

Pirsgirêka duyemîn jî ew e ku ew hevpeymaniyên me yên gelê Başûr baweriya wan bi wan heye, em ji wan bi gazin in. Em niha behsa nimûneya sîstema Rojava dikin û ji bo xwe esas digirin, lê bi qasî peywendiya hevalên PYD ya li Başûr bi YNK’ê re heye, ewqas bi Tevgera Azadî, kesayetên serbixwe yên Başûrê Kurdistanê re nîne. Hevalên HDP ku em weke gel piştgiriya wan dikin, lê dema tên yekser diçin li gel Mesûd Barzanî û hwd rûdinin.  Ne PYD, ne HDP û ne jî KCK li çiya li ser ew zilm û zora ku desthilatdarên Başûrê Kurdistanê li dijî Apociyan dikin, helwêsteke tê xwestin, nîşan nedane. Di vê demê de deriyê Tevgera Azadî girtin, yê RJAK’ê û ciwanan girtin, lê kes tiştek li dijî van pêkanînan nekir.“