Li welatekî "kutura demokrasiyê" nebe, îdealên modern,  yan birîndar in, yan jî kuştî ne.

Tirkiyê di demjiyaneke wiha re derbas dibe. 

Neynika demokrasiya welatan, medya û girtîgeh in. Li Tirkiyê medya birîndar e, girtîgeh jî bûne dezgehên rizandinê. 

Li welatên modern, holdingên medya hene, li Tirkiyê holdingên medya yên partiyan û teşîkilatan hene.  Ev jî bingeha "faşîzma bi demokrasî ye". 

“Kutura demokrasiyê”,  biryara gel e, bijartina qenc û xerab e. Modern demokrasî jî kontrola gel e. Mixabin li Tirkiyê kultur, di devê lewlebazan de ye û li gorî “sîstema yekdevî” zimanê wan di şikefta devê wan de diçe û tê.

Sîstema yekdevî, Qesra marka RTE e… 

Qesra marka RTE bûye reytinga yekparêzî; al, netew  û teror…  Ev jî, ji  bilî  "îroni"yek bi xwîn tiştekî din belav nake. Navenda dewletê bûye Qesra marka RTE.

Parlamento, serokwezaret, dîwana wezîran, burokrasî bûne xelekên vê marka RTE. Îroniya cureyê sansasyonalîzmê, derew, teşqele, nîq, dagirkirina hestan, ha ha  belav Li Tirkiyê demjiyana birîfîngên generalan, demjiyana birîfîngên şewirmendên ku wezîr rêvedibirin temam bû, niha reytinga Qesrê dest pê kiriye. 

Geh, walî li Qesrê kom dibin, geh muxtar, geh axayên eşîran, geh karsaz û karbidest, geh patronên medya  û  rojnamevan... Di van civînan da  marka RTE di ekranên tevahiya televizyonan de ye. 

Marka RTE, di her axaftinê du gotinan zêde, zêde, zêde gelekî zêde bikar tine. Teror, HDP… Bi van  gotinan jî gelê Kurd, HDP hedef nîşan dide.

Di ferhengên cîhanê de, navekî vê sîstemê heye. Sîstema Qesran!... 10 qesrên navdar yên cîhan hene û teva yên dîktatoran e û bûne çavkaniya faşîzmê… 

Faşîzm: Bêhna bedenên şewitî, bêhna gundên kizîrî, nebûna parlamenê, nenasiya iradeya gel, qirkirina li navçeyan û li Kurdistanê ye. 

Mînak: ENFAL, ayetek ji Qur’anê ye, Saddam li gorî vê ayetê Kurd qirkirin. Navê vê qirkirinê ne, enfal, qirkirina faşîzan e. Başûriyên me jî “Kurdên Enfalê” bikartînin, ev meşrûkirina komkujiyê ye. Cîhanê Saddam tîranê sedsalê binav kiriye, Kurd hê jî, navê faşîzma Saddam bi kar nayînin, dibêjin enfal... Na faşîzm!... 

Li Tirkiyê, dorpêçana Cizîrê, kiryarêk faşîzan e, êrîşên li Surê faşîzm e, êrîşên li Farqînê faşîzm e, êrîşa polîsan ya li dijî avaniyên Medya Altarnatîf, DIHA, Azadiya Welat û girtina binçavan ya 32 rojnamevanan “faşîzma reş” e, xerab kirina şehîdgehan faşîzm e. 

Sîstema yekdevî, Qesra marka RTE, gel temsîl nake û nikare bibe dadgeha civakê. Nikare bibe parêzvanê berjewendiyên civakan. Sîstema yekdevî, “yek al, yek ziman, yek netew, yek rengê parlamentoya “netewparêz û ehlê cih” diparêze.” Ev faşzîm e!...

Marka RTE, rengê vê yekparêziyê jî, di xwe de bi nav dike. Ev kuştina dewleta modern e, avakirina despotizm û  totalîterîzmê ye. Ev sistema “biada kor û lalîtiyê” ye… 

Êrîşa li dijî DIHA û Azadiya Welat, despotîzma ku tixuban nasnakê ye. Di pêvejoya hilbijartinan de, êrîşa li dijî Medya Azad, xeleka temam kirina dizî û talankirina sendoqan e. Xeleka yekemîn guhastina sendoqan e, xelaka duyemîn jî korkirin û lalkirina civakê ye. Medya nebe, civak kor û lal e. Medya nebe, berjewendiyên civaka dînamîk nikarin werin parastin. Sîstema yekdevî û ocaxên dewşirmeyên Osmanî dikarin bi slogana “sêva sor” talangeriyê bikin.

Dewleta Tikriyê li Bakurê Kurdistanê meşruiyeta xwe winda kiriye. Ne qanûn, ne peyman, ne hiquq û edalet  heye. Gotina walî, qeymeqam, general, mudirê polisan, li hemberî îradeya gel, faşîzm e, meşrû nînin. 

Yekdevê marka RTE e jî, tenê fermanên qirkirin û êrîşan dide. Lewra Qesra RTE jî nikarê  temsîliyeta gelê Kurd bike. Bi gotina birayên min yên Kurd, fermanên kuştina gelê Kurd meşrû dike. 

Tanq, top, bombarduman, kuştina zarokan, ciwanan, dorpêçana bajar û navçeyan, girtinên siyasî, avêtina ser malan "dagirkirina koloniyalîzmê" ye. Faşîzm e, ant-î meşrû ye.  Lewra Dewleta Tirkiyê li Bakurê Kurdistanê meşrûiyeta xwe winda kiriye. 

Biryarên gel meşrû ne. Divê Kurd, xwerêveberiyên herêmî bi cîhanê bidin naskirin. Ant-î meşûriyeta marca RTE û qanunên ant-î demokratîk yên Tirkiyê li cîhanê belav bikin.