Humermendê Kurd Elî Temel dema li Zindana Amedê gelek stran û helbest nivîsandin. Gelek helbestên Temel di kasetan de bûbûn stran û hêj ji aliyê hezaran kesan ve tê guhdarkirin. Hevalên Elî Temel gelek wêne û stranên wî u berhemên wî li cem xwe parastin. Niha Sînemaya Rojhilata Navîn helbest, wêne û berhemên Elî Temel ji bo arşîvê berhev dike û tomar dike. Di lêkolîn û berhevkirinê de helbesta Elî Temel a Şitla Azadî ya resen bi destê xwe nivîsandiye hat dîtin. Helbest û wêneyên nû yên Elî Temel li Amudê li mala hevale wî Mele Newaf hat dîtin. Elî Temel dema di sala 1992’an de li Herêma Cizîrê berpirsiyar bû nivîsa xwe li mala Mele Newaf danîbû û li wir wêne kişandibûn.

Elî Temel di 1’ê Çileyê 1960’an de li Gundê Girêsor ê Dêrikê ji dayik bû. Dibistana seretayî li gundê Girêsor û dibistana Navîn jî li Şemrexê xwend. Temel, dema Apoyî nas kir xortekî 17 salî bû. Teme dema lîse dixwend ji ber mamosteyê wî Kerim Baytar tev li PKK’ê bû û jiyana xwe ji dest da dest ji dibistanê berda û ji Şemrexê derbasî Qoserê bû. Temel piştî bi pêşengên PKK’ê Hayri Durmuş û Ferhat Kurtay re hev nas kirin dest bi xebatên matbaayê kir. Temel li vir huner û şoreş kir yek û dest bi têkoşîna azadiyê kir. Temel bi hunermend Sefkan re di NÇM’ê de xebat kir û dest bi karê hunerê û şoreşê kir. Birayê Temel Faysal Temel, anî ziman ku di sala 1980’an de birayê wî hat girtin û 4 mehan di bin çavan de hat girtin. Temel, da zanîn ku birayê wî 2 mehan rastî îşkenceya giran hat û piştre hat girtin.

Strana ‘Vaye PKK rabû’

Piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê li Zindana Amedê îşkenceyên gelek giran hatin meşanin. Şahidên wan rojan bi pirtûkan serpêhatiyên xwe nivîsandin, lê dîsa têr nekir. Li aliyê din li ser zindana Amedê û îşkenceya zindana Amedê helbest û stran hatin nivîsandin. Lê ya herî zêde bandor li ser civakê çêkir, helbestên Hunermend Alî Temel bû. Alî Temel bi helbest û stranên xwe şopek kûr di hiş û mejiyê civakê de hişt. Nivîskarê helbest û Strana “Waye PKK Rabû li deşt û zozanan belav bû” ku li Zindana Amedê ev helbest nivîsand 31 salin li her derê dengê wê bilind dibe û pir tê guhdarkirin û hezkirin. Alî Temel ku bi darê melkesê û tayê gorê tembûr çêdikir û helbestên xwe dikirin stran, li Zindana Amedê helwesta “Wayê PKK Rabû” nivîsand û ji bo hemû hevalê xwe yên girtîgehê bû moral û coş. Alî temel heyvanê strana xwe ji pêngava 15’e tebaxê serdegirtina Dih û Şemzînanê girtiye. Alî Temel li girtîgehê ji darê melkesê û tayê gorê tembûr çêkir û bi vê tembûrê helbestên xwe dikir stran û stran digot.

Nivîskar, helbestvan ê berxwedêr

Temel, piştî di sala 1990’î de tahliye bû bi Koma Çiya ku sazûmankarê wî ew bixwe bû bi helbestên ku piranî yên wî bûn qaseta bi navê “Rozerîn” derxist. Di wê demê de di gelek çalakî û konseran de cih girt. Demek di serwîsa çand û huner a Rojnameya Ozgur Ulke yê de xebitî. Temel ku tevlî PKK’ê bû di 13’ê Tîrmehê sala 1994’an de di encama pêvçûna bi îxbarekî derket de li nêzî Şemrexê birîndar bû, bombeya li ser xwe teqand û jiyana xwe ji dest dabû. Nivîskar, helbestvan û hunermendê navdar ê Kurd, helbestên wî di Koma Çiya de bûne berhemên gelek stranan. Ali Temel dema di girtîgeha Amedê de bû, bi tayê gorê û textan tembûr çêkir û li ber têlên tembûrê helbest nivîsand. Temel, piştî serbest hate berdan di 9’ê Tîrmeha 1994’an de li gundê Tirbik yê navçeya Şemrexê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû. Hestiyê Temel 15 roj berê di gora komî de hat ditîn û niha li Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê ye.

Şitla Azadî

Şitlê baxçê azadiyê
Kulîlk vekir li adarê
Birca kela Diyarbekir
Bi Zekîye reng vedikir.

Şitla azadî her bijî
Nava dilê Kurdan dijî

Agirê nava dilê Ferhat
Nava dilê Zekiya şîn hat
Agirê azadiyê pêdî da
Tînê dide axa welat.

Wekî tîrêja agirê Newroz
Cejna Alkan dike pîroz.
Ew agirê Mahmut Zengîn
Boy Zekîye Bûye evîn

Necmi Rabûye selabê
Eşref hilda ala partiyê
Zekiye bi xemla bûkê
Hembêz dike agirê Newroz.


  DÎHA/AMED