• Koma muzîkê ya jinan Şitlên Azadiyê heta niha 12 jin anîne cem hev. Jin pê serfiraz in ku muzîkê dikin, hez dikin xwe bigihînin bêhtir jinan û herî dawî jî ji strana gelêrî ya bi navê Hoy Mazî re jî klîbek çêkirine. Ew dibêjin, em dixwazin gelek tiştan bi ser bixin.
FÎLÎZ ZEYREK JINNEWS/ EDENE Koma Şitlên Azadiyê, komeke muzîkjenên jin e. Ji bo strana Hoy Mazî wan klîbeke nû çêkir. Endamên komê dibêjin, ew dixwazin koma wan mezintir bibe û karibe xwe bigihîne bêhtir jinan. Koma Şitlên Azadiyê, di bin banê Navenda Muzîka Dem ya li Edenê de dixebite. Kom ji 12 muzîsyenên jin pêk tê. Wan ji bo strana Hoy Mazî klîbek da çêkirin. Jiyan Savci ya li navenda muzîkê dersên erbanê dide, xwendekar Zîlan Taş û solîsta komê Gulbahar Ateş behsa xebatên xwe kirin. Jiyanê got, di çarçoveya xebatên xwendekarên jin de wan ‘Koma Şitlên Azadiyê’ ava kiriye: “Destê jinan bi çi dikeve, xweşik dikin. Em jî dixwazin komê xurt bikin û xwe bigihînin gelek jinan. Bi vê xebata klîbê jî em dixwazin gelek tiştan bi ser bixin.” Muzîk û kom wê kêfxweş dikin Jiyanê li ser komê ev agahî dan: “Koma me komeke kevn a bajêr bû. Niha hemû ji jinan pêk tê. Ev du sal in, em hevalên jin komê didomînin. Armanca me hevalên jin li înstrumanan bixin û dengê xwe perwerde bikin. Ji ber krîza vîrusa koronayê me ders onlîne didan. Di vê pêvajoyê me strana ‘Hoy Mazî’ ji nû ve şirove kir.” Zîlan Taş jî li navendê ev saleke ji bbo lêxistina Erbanê û gotina di nava koroyê de perwerde dibe. Wê got, “Muzîk ji bo ruhê min baş e. Ez xwe di erbaneyê de bi pêş dixînim. Di heman demê de zimanê xwe bi pêş dixim. Di klîbê de jî heme. Ev min kêfxweş dike.” Mala xwedê ava di nav xebata komê de me Yek ji solîstên komê Gulbahar Ateş e. Wê got, piştî ku tevlî xebatên Navenda Muzîkê Demê bûye, bandora erênî li jiyana wê bûye: “Dema hatim, min bawer nekir ku ez serketî bim. Niha ez di nav xebatên girîng de me. Ev bi rastî min kêfxweş dike. Baweriya min zêde bû. Baş e ku min di van xebatan de cih girtiye. Xebata klîbê jî gelekî xweş bû.”