Sitrana çanda hevpariyê
Akan diyar kir strana ku amadekirine li gorî xweseriyê gelên ku li Sêrtê dijîn amadekirine û wiha got: "Li Sêrtê gelên kurd, ereb û tirk di nava hevde dijîn. Me hewlda ku em di stranê de çanda jiyana hevpar û bihevre jiyandinê bide xûyakirin û li gel vê jî yekîtiya xwe bi xwe rêvebirina gelan di stranê de bigrin dest." Akan diyar kir ku dixwazin "biratiya gelan" di her qada jiyanê de û di rêveberiyan de bibînin. Her wiha Akan anî ziman ku di naveroka stranê de li gel gelên ku li Sêrtê dijîn hewldane ku xîtabên ciwanan jî bikin û wiha got: "Me hewlda ku em hestên ciwanan yên têkoşînê binin ziman. Di têkoşîna gelê kurd de têkoşîna ciwanan li ber çavanin, me hewlda ku em di têkoşîna gelê kurd de guhertinê ku ciwan jiyane bide xuyakirin."
Zexta zihniyeta Tirkîtî
Li gel hilberina çand û hûnerê ya Akan taybetmendiya ku mirovan şaşwaz dike yek jî dema ku Tirkî diaxive zimanê wî giran dibe, lê dema ku kurdî diaxive û rap dibêje heman şêweyî zimanî wî giran nabe, heman pirsgirêkê najî. Akan diyar kir ku dema ku dest bi dibistana seretayî kiriye bi zimanê Tirki nezanî bûye ji ber ku Tirkî nezanî bûye di dibistanê de rastî tûndiyê hatiye û ji ber wî dema ku Tirkî di axive astengiyan dikşîne û zimanê wî giran dibe û wiha got: "Dema ku min dest bi dibistanê kir ji ber ku min Tirkî nizanibû mamoste li min xist. Heta wê rojê hîç zimanê min giran nebibû ji ber ku min bi bitûndiyê zimanê Tirkî nas kir û bidarê zorê hinbûm dema ku ez îro neçar dimînim bi Tirki bi axivim ez astengiyan dikşînim." Akan diyar kir ku ji bo vebûna zimanê wî çûye gelek bijîjkan gelek derman bûye lê sererastkirinek çênebû. Akan diyar kir ku dermankirina wî nîne bijîjkan gotiye ev derûniye û dema ku kurdî jî diaxive heman astengiyê nakşîne. Akan diyar kir ku ciwan bi xwedî derketina zimanê xwe dikarin li hemberî bişavtinê rawestin. Gotinên strana bi navê "Şaredarên me" wiha ye:
ŞAREDARÊN ME
Şaradariyên me ne
Ew rûmeta me ne
Hêvî û bawerî ew çeperên me ne
Ew nişana xweseriya me ne
Bajarekî xweşî
Tu weki bihiştî
Du ziman lê dijîn
Kurdî erebî
Dengê xwe bidin xwe
Ji bo jiyanekî azad
Ji bajarekî hemdem
Ji bo welatekî xweser
Şarederiyen me ne
Roniya çavên me ne
Bajarê me kirine
Wek baxê cinnetê
Guh nedin virên wan
Gelek dan sozên vala
Beriya min ditî bû
Wan bajar kir bu çi hal
Dema borî min dit wan bajer firot wan
RAP
Dengê xwe renge xwe hemû bidin
xwe
Da ku hûn azad bikin gelê xwe
Dengê xwe rengê xwe hemû bidin
xwe
De ku hûn azad bikin gelê xwe
Dengê me rengê me hebûna me ye
Hebûna me ji bo azadiya me ye
Ji bo wê dengê xwe em bilind bikin
Dengê me rengê me BDP
Rasti û heqîqet e BDP
Rizgariya jinê ye BDP
Hemberê zilmê ye BDP
Ji bo wê em dengê xwe bilind bikin
Ji ber ku dengê me rengê me
Namûsa me ye
Ji Kurdistanê bigirin heya dawiyê
Azad bikin bajarên xwe
Deng bidin hem cîhanê
Û ava bikin xweseriyê
Bimeşin bimeşin li ser riya azadiyê
Guh bidin guh bidin peyama Îmraliyê
Ka çi di bêje ji bo xweseriyê
Ji bo me dengê xwe bilind bikin
DÎHA/SÊRT