Yelda Ebasî, yek ji wan hunermendan e, ligel ku bi temenê xwe biçûk e, lê ew hunermendeke bi ezmûn e di karê xwe de. Ebasî niha di nav Grûba Muzîkê ya Kwat de stranan dibêje û li dutarê dixe. Kwat, li Xorasanê tê wateya bayê serê sibehê. Muzîka Kwat muzîka Kurdên Xorasanê ye ku ji kevin de û heta niha di nav wan Kurdan de belav e.Yelda Ebasî, hunermendeke Kurd e ku xwedan dengekî resen û stîleke taybet e di warê gotina stranan de, ew ligel grûba Restak jî, ku grûbeke navdare li Îranê di warê muzîkê de, niha stran gotin bûye beşek ji nasnameya Yelda û malbata wê.


Gelek xelat girtine

Di kitêba “Koça Dîroka Kurdî bo Xurasanê” de Kelîmula Muhemedî wêneyekî dayika wê hunermedê bi cil û bergên Xorasanî yên foklorî belav kiriye, û wek malbateke resen ya Kurd li Xorasanê behsa wan dike. Yelda sala 1988’an li bajarê Şîrwan li Xorasanê ji dayik bûye, xwendina IT temam kiriye, ji zaroktiya xwe ve stranan dibêje. Herwiha di zaroktiya xwe de, Yelda li ser destê mamostayê Dutarjen ê Xorasanê Mecîd Ehmedî fêrî jenîna-lêxistina Dûtar bû, bo heyameke kêm tevlî grûbeke xwendekarên muzîkê diçe Qoçanê, piştre fêrî gotina stranan li ser stîla hunermendên kevnar ên Xorasanê bû.


Çanda resen
Yelda Ebasî çendîn xelat di warê muzîk û stranan de wergirtine. Herwiha derbarê ezmûna xwe ya hunerî de dibêje: “Di temenê 12 salî de min dest bi proveya gotina stranan kir, ji aliyê dayika xwe ve ez fêrî stranên Kurdî bûm.” Di beşekî din a gotinên xwe de Yelda wiha diaxife: “Ez dixwazim hemû stranên folklorîk ên Xorasanê bi stîleke nû bibêjim û nû bikim. Berhema min a yekemîn bi navê Kwat bû û dayika min ez teşwîq kirim, muzîka Kurdî li Xorasanê nifş bi nifş gihiştiye me û emê jî wek erkekî niştimanî bighînin neviyên xwe, di van salên dawî de pêşwaziyeke baş li muzîka Xorasanê tê kirin, baştirîn awaz û stran li cem min foloklor û helbestên navçeyên Kurdî yên Xorasanê ne.”

BASNEWS