
TARIQ HEMO
Li Erebistana Siûdiyê yekşema bihurî rûdaneke mezin hebû. Mirov dikare vê rûdanê mîna “darbeyeke siyasî“ bi nav bike. Kurê melikê niha û berendamê meliktiya welêt Muhammed Bin Salman Abdulaziz biryara girtina bi dehan ji kesayetiyên navdar yên eskerî, siyasî û aborî li welêt da. Di nava kesên girtî de 11 mîr ji malbata El-Siûd û 38 wezîr û cîgirên wezîran hene. Di serî de kurê melikê berê û Serokê Hêza Nobedarên Niştimanî, Mîr Mitaab bin Abdulah Abdulaziz û milyarderê navdar Welîd Bin Tealal di nava van kesên girtî de hene.
Ev pêla girtinê piştî rojekê ji avakirina Komîteya Lidijderketina Gendeliyê, ya ku Muhammed Bin Salman bi xwe serokatiya wê dike, rû da. Saziya olî ya ku malbata Muhamed Bin Abdulwahab (sazûmankarê hizra wehabîzmê) rêveberiya wê dike, di daxuyaniyeke fermî de destek da siyaseta Muhammed Bin Salman û destxweşî li vê “pêngavê” kir û diyar kir ku “şerê li dijî dizî û gendeliyê ne kêmî şerê li dijî terorê ye”. Her weha berdevkê hikûmetê jî ragihand ku “hemû kesên ku dizî kirine, desthilat û wezîfeya xwe ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî bi kar anîne, wê hesab ji wan bête xwestin, çi mîr çi wezîr bin”. Alavên ragihandinê yên ser bi Erebistana Siûdiyê jî dest bi pesindayina vê gavê kir û diyar kir ku Muhammed Bin Salman wê bi “destekî hesinî” li hemû kesî/aliyî bixe ku dewletê ji hundur yan jî ji derve ve qels dike.
Siyaseta bêbandorkirina mixalifan
Beriya vê pêla girtinê, Muhammed Bin Salman bi xwe biryara girtina bi dehan ji oldar, rewşenbîr û akademîsyenan dabû. Her weha wî diyar kiribû ku di çarçoveya projeya wî ya bi navê “2030” de ewê bi dijwarî li dijî hemû astengiyên ku xwe didin pêşiya bipêşketin û bipêşveçûna welêt, raweste.
Muhammed Bin Salman ê ku welat bi şêweyekî veşartî bi rê ve dibe, hewl dide hemû aliyên jiyanê li Erabistana Siûdiyê bi xwe ve girê bide û kesên ku desthilatdarî, siyaset û projeya wî qebûl nakin, yan jî li dij nerazîbûnê nîşan didin, bide aliyekî û wan bê bandor bike. Muhammed Bin Salman hewl dide aliyên eskerî û aborî yên ku wî qebûl nakin qels bike. Bi taybet ew ji mîrên xurt yên di nava malbata El-Siûd ditirse. Ji ber vê yekê biryara girtina milyarder Welîd Bin Telal û Serokê Hêza Nobetdarên Niştimanî, Mîr Mitaab bin Abdulah Abdulaziz hat dayin. Bi vê gavê re Muhammed Bin Salman hêza aborî û ya eskerî ya muxalifên xwe qels kir û di cihê wan de kesên nêzî xwe wezîfedar kirin. Jixwe, ev demek e ku diyar bûye ku Muhammed Bin Salman bi xwe çavdêrî û serokatiya komîteyên bilind yên aborî, eskerî û siyasî dike. Ew biryaran hemûyan bi kesayeta xwe ve girêdide û hemû muxalifên xwe bêbandor û tengav dike. Her weha hewl dide malbata El-Siûd bi xwe jî ji hev bixe. Şaxên ku li dijî wî wek melikê paşerojê derdikevin, belav bike û li dijî wan dozên dizî û gendeliyê vedike. Weha malbat bi xwe dikeve û ew wek kes li gel mirovên ku yekser bi wî ve girêdayîne, xurt û bi bandor dibe.
Dixwaze bibe melikê sazkar
Ji vê pêla girtina kesayetiyên payebilind diyar dibe ku Muhammed Bin Salman dest bi guhertineke mezin di struktura vî welatê muhafezekar de kiriye. Ew hewl dide meliktiya duyemîn ava bike û heman rola bapîrê xwe Abdulazîz bigire. Ji ber hindê, ew dixwaze hemû biryarên girîng û bingehîn bi xwe ve girê bide û gelek aliyên jiyanê bi xwe û li gorî nihêrîna xwe biguherîne. Muhammed Bin Salman dixwaze vî welatî ji nû ve saz bike û mora xwe wek melikê sazkar yê duyemîn li dîroka Erebistana Siûdiyê bixe.
Di warê dijderketin û şerê hizra tûndraw de ya ku bingeha mezheba wehabîzmê pêk tîne, Muhammed Bin Salman xwedî nihêrîneke reformîst e. Di gelek axaftinên xwe de ew dijayetiya xwe li dijî Îslama siyasî vedibêje û doza “îslameke nerm û bi tolerans” dike, ku “karibe hemû olan qebûl bike û bi cîhanê re di aşîtiyeke mayinde de bijî”. Aliyekî reformxwaziya siyaseta Muhammed Bin Salman heye. Ji ber hindê, alavên ragihandinê yên Erebistana Siûdiyê siyaseta berê ya alîkariya rêxsitinên Îslama siyasî û şandina cîhadistan ji bo Efxanistanê rexne dikin û dibêjin, wê siyasetê hişt ku rêxsitinên mîna “El Qaîde” derkevin holê. Her weha ragihandin li ser aliyê jiyanê yê beriya salên 70´yî disekine û xuya dike ku civaka vî welatî wê demê ne weha radîkal û muhafezekar bû. Pesnê wê demê tê dayin û rexne li xîtaba Îslama siyasî tê kirin, ku ew xîtab bi alîkariya dewletê dikarîbû xwe di nava civakê de bi cih bike û civak weha bi paş ve xist û bi sedhezaran ciwanên ku “cîhadê” ji xwe re hedef dibînin, derxistin holê.
Reformxaziyeke erênî?
Rewşenbîrê Ereb û endamê serkêşiya MSD´ê Firas Qessas vî aliyê reformxwaz yê Muhammed Bin Salman girîng dibîne û dibêje, divê hêzên reformxwaz û nûjenîxwaz yên herema Rojhilata Navîn destekê bidin vê pêngava Muhammed Bin Salman û projeya wî ya bêalîkirina Îslama siyasî û vegera li nasnameya gelêrî ya vî welatî, hêja bibînin. Qesas gavên mîna dayina jinê ya mafê ajaotina erebeyê, girtina oldarên tûndraw û hewldayina avakirina Îslameke nerm, baş dibîne.
Hin çavdêr dibêjin, Muhammed Bin Salman wê rastî astengiyên mezin were û ew ê nikaribe projeya xwe ya “2030” bi encam bike, ji ber ku hêzên ku li ser destê wî zirar dîtine, dê li ber xwe bidin û hewl bidin wî qels bikin. Her weha, karsaz û dezgehên fînansekirinê yên navneteweyî dê mîna berê cesaretê negirin ku bi milyaran dolarî li welatekî ku rewşa wî tevlihev e, bidin xebitandin. Helwêstên derve derbarê vê siyaseta Muhammed Bin Salman de ji hev cuda ne. Misr û Emerîka destekê didin vê siyasetê û propagadeya wê dikin. Ji aliyê DYE´yê Jared Corey Kushner, zavayê Donald Trump û endamê hikûmetê, destekê dide Muhammed Bin Salman. Li gorî hin çavkaniyan Kushner û Muhammed Bin Salman bi hev re plansaziya projeya “2030” danîne û gelek caran “heta destê sibê li ser kar û barên vê projeyê rûniştine”.
Destên dirêj ên Îranê…
Hêzên li dijî siyaseta Muhammed Bin Salman jî gelek in. Beşeke mezin ji malbata El Siûd û hin aliyên tûndraw yên Wehabîzmê. Her weha Qeter û Iran jî nerazî ne. Medya Qeterê li dijî Muhammed Bin Salman kampaniyayeke reşkirinê dimeşîne. Îran jî bi rêya destên xwe yên dirêj li Erebistana Siûdiyê, Yemen, Lubnan û Bahrênê vê siyasetê asteng dike. Di wê demê de ku Muhammed Bin Salman projeya xwe eşkere kir û Kômîteya Şopandina Gendeliyê ava kir, Îranê bi rêya şervanên Hûsî yên Yemenê Rokêtek avêt paytext Riyadê û metirsiyeke mezin di nava niştecihên vî bajarî de çêkir. Her weha li dijî Serokwezîrê Lubnanê Saad Al Harîrî yê zilamê Riyadê, tehdîdên kuştinê derketin holê. Al Harîrî, neçarî istîfakirinê bû û Beyrût bi cih hişt û berê xwe da Erebistana Siûdiyê.
Muhammed Bin Salman ê ciwan xwedî projeyeke guhertinê ya mezin e. Ew dixwaze Erebistana Siûdiyê ji nû ve saz bike. Hewl dide vî welatî ji hundur ve reform bike, rewşa aboriyê baş bike û li derve jî karibe li dijî Îranê li ser xwe bisekine. Gavên reformkirina Îslamê, dayina mafên jinê û vekirina welêt li derve, ji aliyê DYE û Ewrûpayê ve tên silavkirin. Lê gelo heta çi radeyê Muhammed Bin Salman wê serketî be û karibe li dijî hêzên muhafezekar, olperest yên hundur û Îranê li derve bisekine? Bersiva vê pirsê dê ne tenê bi bûyerên li heremê ve girêdayî be, lê her weha bi tevahiya bûyerên li cîhanê re. Bi taybetî bi şerê li dijî terora komên tundraw ên Îslamî, projeyên rêformkirina Îslamê, têkbirina hizra “cîhadê” nakokiyên di navbera Rûsya û DYE´yê de û dorpêçkirina Îranê.