Tecrida li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di meha 11’an de, 322 roj li pey xwe hiştin.
Me hefteyeke balkêş, tejî civîn û trafîka diplomatic derbas kir.
Civînên navneteweyî têkildarî Rojhilata Navîn bûn, lê Kurd jî alaqadar dikirin. Civîna din jî, di navbera desthilatdariya Tirkiyê AKPê û muxalefeta sereke ya Tirkiyê CHPe bû. Ev civîn jî, têkildarî pirsgirêka Kurd bû.
Dibin pêşengiya Emerîka û Tirkiyê de, li Stembolê, bi beşdariya 14-15 dewletan civîneke balkêş hate lidarxistin. .Civîna din jî li Pekînê bû û Rusya, Çînê û endam û çavdêrên Rêxistina Yekîtiya Şanghay-ŞÎO bû. Tê zanîn ku pêşengiya rêxistina ŞÎO, serokê Rusya Putîn û serokê Çînê Hu Cintao dikin.
Du civînên giring bûn û hate xuya kirin ku cîhan du serî ye.Piştî belabûna Yekîtiya Sowyeta Sosyalîst, yekemîn car e hewqasî vekirî, du alî li hemberî hev civînan çêdikin. Aliyek NATO ye, aliyê din jî ŞÎO ye.
Pişrî ku Emerîka daxuyand ku, ewê “hebûna xwe ya eskerî li Asya-Pasîfîk zêde bike”, ŞÎO li Pekînê civiya û da xuya kirin ku, ewê di mijara Suriye û Îranê de bi hev re haraket bikin û detsturê nadin zêdekariyên hêzên derve. Di daxuyaniya encamê de jî, destnîşan kirin ku, ew li dijî mudaxeleya Suriye ne û banga destek-kirina Planê Annan kirin.
Civîna Stembolê jî, bi saya Tirkiyê bu şova li dijî Haraketa Azadiya Kurd, PKKê. Ji ber ku Tirkiye di roja pêşî de, bi dimen û sinevizyonê, xwedî gravî, kesên ku ji PKKê ziyan dîtine şanî dewletên beşdar dan û xwest ku di destpêkê de bandorê li civînê bike. Bêguman ev hawara “şivanê derewîn” ya Tirkiyê, 30 sal in berdewam dike. Ji ber ku di dîmen û sinevizyona hate destnîşan kirin de, gundên şewitî, koçberiya gundiyan û bûyerên weke komkujiya minibusa li Basanê jî hebûn.
Vê hewldana rayedarên Tirkiyê, serokê saziyên stratejîk yên Tirkiyê jî nedane bawer kirin.
Dîse jî, gotina pêşiyên Kurdan ku dibêjin ‘mêş biçûk e, lê dilê mirov dixelîne” anî bîra mirov.
Lewma civînên her du serkêşên cîhanê jî dahatuya gelê Kurd ji nezîk de alaqadar dikin. Civîn, derbarê dahatuya herêmê û ji nû de dizayn kirina herêmê de bûn. Lewma weke parvekirina sêyemîn ya cîhanê têne têne bnavkirin. Piştî van civînên aliyan, wê têkiliyên her du basikan çêbibin û bi civîneke hevbeş xêzkirina dawî ya herêmê derbikevê holê û îmzeyên dawî biavêjin bin peymanên nû.
Ev pêvajoya navber pirr giring e. Tirkiyê li her du aliyan dilîze. Lingekî Tirkiyê li civîna Stembolê bû, lingê din jî li civîna ŞÎO li Pekînê bû. Lewma serokê Çînê, Hu Cintao di axaftina ragihandina encama civînê de got; Tirkiye, Belarus û Srî Lanka hevkarên diyalogê yên ŞÎO ne.
Lewma hewldan û têkiliyên pêvajoya navberê giring in. Pêwiste Kurd jî, pir alî haraket bikin û di vê pêvajoya dîrokî de valahiyan nehêlin. Baş tê zanîn ku, Tirkiyê Konferansa Neteweyî asteng dike û bi riya hêzên Başûrê Kurdistanê jî, Kurdan mijul dike û valahiyek mezin derdixe holê. Dîrok valahiyan qebûl nake. Eger Kurd werin lîstika Tirkiyê û Konferansa Neteweyî lidarnexin, “hasil wê bigiha Musilê”, Kurd jî wê li kabokên xwe bidin, lê xêr nake. Firseta dîrokî wê car din ji destên gelê Kurd bireve. Dive Kurd bizanibin ku destîniya Suriye, tê wateya destîniya gelê Kurd.
***
Civîna duyemîn ku ji nêzîk de gelê Kurd alaqadar dikir, civîna navbera serokê CHPê Kemal kiliçdaroglu û serokwezîrê Tirk Tayyip Erodgan bû.
Tê zanîn ku berî niha, parlamenterên CHPê, Sezgîn Tanrikulu û Faruk Lologlu, pakêtek 10 xalî amade kirin û weke “mekanîzmeya çareseriya pirsgirêka Kurd” radestî serokê parlamento Cemîl Çîçek kirin. Sezgîn Tanrikulu û Faruk Lologlu, ji Cemîl Çîçek xwestin ku dibin sîwana parlamento de, “Komisyona Lihevkirina Civakî” werê sazkar kirin û li derî pralamento jî, “Mirovên Aqîl” werin amade kirin. Cemil Çîçek, ji berpirsiyairyê reviya û partiyên siyasî wek navnîşana pêşniyazê destnîşan kirin.
Guman dikim ku her kesî, 10 xalên CHPê di medya de xwendine û dîtine ku xwediyê pakêtê, pirsgirêka Kurd weke pirgirêka netewa gelê Kurd destnîşan nekirine. Lewma, piştî hevdîtinê, gotinên gurover û hamasat hatin bikaranîn, ku Kemal Kiliçdaroglu jî Tayyip Erodgan jî, gotin: “Pirsgirêka terorê cûda ye, ya Kurdî cûda ye.” Bi zimanekî hevbeş, çareseriya pirsgirêkê anîne ziman. Yanî bi dawî anîna terorê, yanî pirsgirêka Kurd nîne, ya terorê heye.
Herçiqasî Sezgîn Tanrikulu û Faruk Lologlu, di pakêta 10 xalî de, dibêjin “çareseriya demokratîk, kiryarên klasîk ne çareserî ne û navnîşana çareseriyê parlamentoye” jî, navê pirsgirêkê lê nekirine û ne gotine; “Pirgsirêka Kurd neteweyî ye, ne teror e.”
Şerê 30 salî û cengaweriya ciwanên krud û karwanê şehîdên azadiyê, Kurdistan ji dagrirkeriya nijadperestiya faşîzan ya Tirkîtiya CHPe û 6 tîran rizgar kiriye. AKPe û camaet jî, dixwaze Kurdistanê ji nû de, dir engê kesk de dagir bike. Girtina 8 hezar siyasetmedarên Kurd, hevsar kirina hinek kesên Kurd jî ji bo vê ye.
Pêwiste Şaredarê Amedê Osman Baydemîr bang li Kurdên hevsarkirî bike, ku merheba xwe, silava xwe, têkiliyên xwe ji AKPê qut bikin. Keêsn têkoşîn dikin û derdikevine3 maydan û kolanan, li cenazeyên gerila û pîrozî û nirxên gelê Kurd dikin, ji xwe silavê li AKPê nakin.
Şivanê derewîn; Tirkiye