
Kê çi û çawa tamê ji vê rêwitiyê digire, ne diyare. Ger qedemên te axê himbêz neke, tuyê ticaran qedrê wê axê nezanibî. Her gavek li ser wê axê te zêdetir bi wê ve dide girêdan. Hêza di çokên rêwiyekê de hêza dîrokî, çandî û civakî a axekê ye. her rêyek hevalê herî dilsoz ê rêwiyê xwe ye.
Di roja me ya îro de gelek kesan rêwitî û meş hema bêje ji bîr kirine. Hinek mînakên sporvanan hene ku ew jî tenê ji bo demekê rêwitiyekê dikin û paşê disekinin. Dibe ku di serdema îro de ku gelek kes pêwîst nabînin ji deriyê mala xwe heta cihê kar ku mesafeyek kême jî bi lingan bimeşe, meşên dûr û dirêj ew jî welat bi welat û çiya bi çiya ji mirovan re ecêb were. lê îro li Kurdistanê meş û rêwîtiya bêdawî a gerîlayan mirovan şaş û matmayî dihêle. Kurdistan xwedî coxrafyayek gelekî firehe. Rêwîtiya di vî welatî de ewqasî jî hêsan nîne.
Lê ger tu hemû Kurdistanê bigerî, tuyê şopa gerîlayan li her derî bibînî. Rêyên ku gerîla tê de dimeşin, ew cadeyên duz û rast nînin û li ser ti rêyekê jî karwanserayên bêhnstendinê jî tineye! şîverê an jî patîka hawrêyê herî nêz ê gerîlaye. Carnan di deştek bê serûbinî de mirov rastî şîverêyekê tê ku serê wê heye, binê wê nexûya ye, misoger komek gerîla tê de derbas bûne. Carnan di mêrgek şîn de keskahiyê xwe daye aliyekê û rê daye gerîlayan. Carnan guniyên li zozanan serê xwe tewandine û dil nedane lingên gerîlayan bêşînin, sînga xwe vekirine û bûne şîverêyek. Carnan darên ku xwe bi ser hev de dane, xwe bi aliyekê ve dane û rê dane komek gerîla di şevekî ku çav çavan nabîne, bê ku gerîla bi xwe bihesînin, dibin şîverêyek. Carnan çem û rûbaran xwe kişandine aliyekê, sînga xwe qelişandine û ji partîzanan re bûne şîverêyek.
Carnan li lûtkeyên herî bilind û di quntara zinarên ku mirov newêre ji jor ve li bin piyê xwe mêze ke, dema mirov rastî şîverêyan tê, aqilê mirov disekine. Ger hestên azadiyê, bawerî û girêdana bi axê re nebe, kes nikare bi hêsanî dilê van zoriyan biqelişîne û pêşde biçe. Ev şîverê ne şîverêyên îro ne, bi hezaran sale li her bihostek vî welatî şîverêyên bêhêjmar neqişîne. Gelek rêwî li ser van şîverêyan derbas bûne û hemû êş, hêvî û hestên wê kêliyê li ser wan şîverêyan bicih hiştine. Gelek şîverê hêjî bi xwîna gelek egîd û qehremanan xemiliye û pir caran mirov newêre piyê xwe dayne ser û bimeşe. Gelek partîzanan di nîvê şîverêyek dirêj de ji birînên xwe toza axê kişandine hinavê û serê xwe danîne qiraxa rê û can dane. Ya rast her şîverêyek li ser vê axê gelek destan, serpêhatî û çîroka lêgerên azadiyê di xwe de hewandiye. Ji bo wê mirov pir caran dema li ser wan şîverêyan ve derabas dibe, xweziyek dikeve dil ku; xweziya zimanê van şîverêyan heba, gelo wê çi bigotana?! Misoger di van şîverêyan de gelek gotin veşartîne.
Her şîverêyek gerîlayeke ku ber bi azadiyê ve dimeşe. Dema mirov di destpêka her şîverêyekê de rastî gerîlayekî tê, wer bi heyecan dikeve ser rê, bi qasî zarokek ku nû xwe li piyan digire û dimeşe, bi kêf û heyecane. Ev coş û heyecana gihiştina azadiyê ye. li serê her şîverêyekê bêhna azadiyê tê pozê mirov. Şîverêyên ku sînoran nas nakin, dikşin û diçin heta azadiyê. Li her şîverêyekê şûnpêya gêrîlayekê bi cih maye. Li ser her şîverêyekê dilopek xwedana gêrîlayekê hêj li ser kevirên li qiraxa rê bişûnde maye. Ji wêye ku ewçend pîrozin ev şîverê. Di her şîverêyekê de gerîla li pey tiştekî digere. Yek li pey rondikên hevalên xwe digere. Yek li pey kenê dawî ê hevalekî digere. Yek li xwe digere, di eynika van rêkan de xwe dibîne. Yek li pey bîranînên li ser wir bicih mayî digere û dimeşe, pêşde diçe. Şîverê ji gerîla re destpêka her dîdarê û dawiya her xatirxwestinê ye.
Her şîverêyek şevekê digihêne sibê di bedewiya hestên gerîlayên evîndarê axê de û evînek diçe serî li ser şîverêya ber bi Rojê ve, ber bi Giravekî ve…
GELAWÊJ EWRÎN