Didin ber bombeyan
Di dîmenan de derket holê ku ji mala welatiyê bi navê Qadir, alavên wêkî jênarator, dînemoya avê, bîra avê ku baxça xwe av dida, bi dehan kevarên mêşên hingivîn, darên baxçeyên, bi giştî wêran buyê. Her wiha dema êriş reya gundîyan ye giştî ya çûyîn hatinê ji buyê hedêfen balafirên tirkan û têlên cêryanê di encama êrişan de hatîye qetandin û dîregên ceryanê bi parçêyen bombêyên qazanê qûl qûlî bûyê. Gelek deverên malê parçêyen qazanê yen kiloyêk û du kîloyan belav bûnê. Mala Qadir hej birîna xwe ya sala din derman nekiribû disa bu hedêfên balafira dewlêtên tirk. He devsa qazana sala din nehatibû girtin çalêk wek sala din îsal jî hatê vedan. Qadir disa hestkiribû ku mala wê bidin ber bombêyan û berîya êrişên dewlêta tirk ji mala xwe dûr keti bû.
Daristan jî bu hedefên balafirên dewlêta tirk. Di encama bombebaranên balafirên dewlêta tirk de gelek daristan jî şewîtin. Gundî bi derfetên xwe agirên ku bi daristanê ketiye ditemirînin. Gelek malbatên ku dema êrîşa balafirên tirk dikevîn bin pirên ser rêya giştî û mirov tenê dengê wan dibîhîse. Zarokên ku di nav tariya binê pira ser rê qir dikin mirov matmayî dimîne. Welatiyên ku di wan gundan dimînin bang hikûmeta herêmî, navêndî dikin ku demek zûtirîn wan êrişan bidin rawestandin. Malbat bo axaftina Serokwezîrê Tirkîye Tayyîp Erdogan jî dibejîn, “Belê Erdogan dibejê ku ‘em heviya rojî-remazanê ne’ le bele em jî livir rojînê le bele stara me ji destê êrişên hovanê ya Erdogan nemayê ku em rojek saxirê xwe û fitara xwe bi rexetî bikin. Niyeta Erdogan heye ku me li vir qatil bike ”
DÎHA/HEWLÊR
‘Bêdengî tê wateya qebûlkirina şer’
Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ji bo balê bikişînin ser êrîşên li hemberî Qendilê meşa mertalên zîndî didin dest pê kirin û her wiha piştgiriya ji bo meşa mertalên zindî her diçe zêdetir dibe.
Piştgiriya ji bo meşa mertalên zindî ya Însiyatîfa Dayikên Aştiyê zêdetir dibe. Rêxistinên saziyên sivîl, sendîka û odeyên pîşeyan piştgirî da meşa dayikan. KESK’a Amedê, odeyên girêdayê TMMOB’ê û ÎHD’a Amedê daxuyaniyên piştgiriyê dan. Serokê Odeya Endezyarên Elektirîkê ya (EMO) ya TMMOB’ê Îdrîs Ekmen, diyar kir ku biryara Dayikên Aştiyê ji bo rawestandina şer girîng e û ev jî piştgiriyê didin meşa dayikan.
Sekreterê ÎHD’a Amedê Racî Bîlîcî, destnîşan kir ku bi salane operasyonên leşkerî dom dike û di encama operasyonan de îhlalkirina mafê mirovan derket holê. Bîlîcî, got ku bi pêşengiya dayikên aştiyê meşa mertalên zindî destpê dike û ev meşek girîng e.
Sekreterê SES’ê ya Amedê Ramazan Kaval, daxuyand ku dihat gotin ku dê piştî cejnê operasyonên leşkerî pêk bê, lê piştî çalakiya Çelê ev hincet ji holê rabû û li hemberî Qendilê operasyon dest pê kir. Kaval, got ku ev operasyon bi piştgiriya dewletên herêmî pêk tê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di şer de herî zêde jin dibin mexdûr û êşa herî mezin ev dikîşinin. Her wiha ne tenê Dayikên Aştiyê divê derdorên ku ji ber şer zirarê dibinin ji bo aştiyê bikevin nav hewladan. Bêdengî tê wateya qebûlkirina şer.”
Ciwanên Mexmûrê şermezar kirin
Komala Ciwanan a Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi meşek meşalêyî operasyona artêşa tirk ya li ser Herêma Federal a Kurdistanê û astengkirina hevdîtenên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re şermezar kirin. Bi hezaran ciwanên tevlî meşê bûn û bi yek dengî gotin: „Ocalan xeta me ya sor e“
Bi hezaran ciwanên wargeha penaberan li ber Şaredariya Wargeha Mexmûr kombûn û heya NY’ê meşek meşaleyî li darxistin. Bi meşa ciwanan re gelek welatiyên wargehê jî tevlî meşê bûn. Ciwanan gelek posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pankartên „Qendîl wê ji dijmin re bibe goristan“ hildan û bi siloganan nêzî saetek meşiyan.
Ciwanan di daxwuyaniyê de bênavber bi dirûşmeyên „Bijî Serok Apo“, „Kesek nikare Roja me tarî bike“ û „Serok Roja me, em agirê dora wî ne“ berzkirin. Ciwanan meşa xwe ya meşaleyî bi çepikan bi dawî kirin.
Ji însiyatîfa gel bang
Însiyatîfa Gel a Kurdistanê der barê êrîşên hewayî yên artêşa tirk daye dest pêkirin de daxuyaniyek da û bang kir ku bila gel li hemberî operasyonên derveyî sînor berbi sînorve biçin.
Însiyatîfê diyar kir ku di pêvajoyeke girîng de derbas dibin û wiha got: “Ji bo gelên ku têkoşîna azadiyê didin, demên hebûn û tunebûnê ya pêvajoyê dîrokiye. Bi pêşengtiya Rêber Apo û Tevger aAzadiya Kurd projeyên jiyana bi hevre û biratiyê hatiye afirandin. Di her şert û mercî de Rêber Apor li hemberî pêkûtiyê antî demokratîk fedakeriyeke mezin daye û kete nava hewldaneke mezin. Lê hikûmeta tirk ligel hemû hewldanan bi înkar, îmha û tecrîdê bersivda. Ligel nêzîkatiya rêber Apo û tevgera me wan pêvajo veguherand kaosê. Ji ber şert û mercan Rêber Apo diyar kir ku ew nekare bi vî rengî pêvajoyê bimeşîne û got ku ji her tiştê neyînî AKP û dewlet berpirsyare. AKP li hembetî tevgera Azadiya Gelê Kurd operasyona îmhayê da dest pêkirin. Gerîlayê fedayî yê tevgera azdiyê bi berxwedaneke mezin ders dane wan. Îran jî li hemberî gerîla têk çû û 200 leşkerê xwe wenda kir.”
NAVENDA NÛÇEYAN