Hejmar temam bû
TEV-DEM’ê û ENKS’ê ji bo çavdêriya hilbijatinê û veqetandina dengan komîteyek ji 6 kesan avakirin. Piştî ku hilbijatin bi dawî bûn û deng hatin veqetandin, kesên ku di hilbijatinê de bi ser ketine ev in: “Sekretêrê Partiya Çep a Demokratîk Salih Gedo, Cemal Melle Mehmûd, Sekretêrê Partiya Çep Mihemed Mûsa, Perwîn Mihemed Xelîl, Ehmed Îsmaîl û Selwa Bedran Silêman.” TEV-DEM û ENKS di navbera 14 û 22’yê cotmeha 2014’an de li bajarê Duhokê rêzecivîn li dar xistin. Di encama wan civînana de hevpeymanek hate îmzekirin û Sîwaneya Siyasî ya Kurdên Rojavayê Kurdistanê hate avakirin. Li gorî hevpeymanê sîwane ji 30 endaman pêk tê û ji van 24 nûnerên TEV-DEM’ê û ENKS’ê ne û 6 enamên din ji derveyî herdu aliyan in.
ANHA/QAMIŞLO