Siwarê Agirî ango Mihemed Aslan
ZERWAN
Di rojên tarî de çend xem li mirov bar dibin heta ku ronahî ji dûr ve peyda dibe. Çend wext mirov bê henase dimîne, çend caran mirov dimire û radibe, çend caran çermê jiyan–giyan û mirinê li mirov peyda dibe? Ha mir ha jiya çend çaqo li cest tûj dibin çend ko, her wa hatiye her wa dibe jiyan bi henaseyekê dest pê dike bi henaseyekê diqede. Mijar ha ev e, ya ku giyanweran hemûyan dike şirîk.
Çend roj di tenêtiya şevên bêhenase de ha xeniqî ha herikî çend nêzîkî hev in. Çend xal di çend şaneyên mirov de gêr dibin, biryar ya şaneya henase wergirtiye. Ka rewşa wê ya di çîroka rojên tarî de çi ye. Her serpêhatiya xwe bi mergê dihûne, ew ên teşîrêsiyê dizanin liva berxê li teşiyê narêsin. Her ji ber wê çendê gotine, “berxê nêr ji bo kêrê ye.” Her ji bo wê ye, liva berxê bi teşiyê narêsin. Jiyan aha li berbanga taritiyê ye. Ji wir wê çi derê çirûska elanda sibeha di nav rojê de, an rêsta teşiyê li dû tarîktirîna rojên bê şewq.
Zindan, dîwar, hesin, zincîr, bend, qeyd, mifte, deng, bêdengî, îskîna mirov çend bê wefaye carna, xewn çend bê wefa, xîret çend bê dermane ji bo birînên ji xwe dihelin! Ev çîroka ji bo roj bi ronak be, ev ya ji bo bêdengî ji bêhenaseyê xwekuj nebe. Ma rast e ku em li serdemekê ne, xwedayan agir ji mirov dizîne û zincîr kirine! Aha na ya çîroka me ne ew bû, ya me mirov di nava agir de hatibû zincîrkirin. Şewata me ne ew bû ku êzing bi agirî gur bû, ya me ew îskîniya ji bo roj ronak be mirovê ji henaseya xwe agir geş dikir di rojên ku çiya li berbanga sibehê de ber bi siya rojê gêr dibû, mirovê ji hawirdewrê xwe ji agirî dixemiland da ku tarî negihê ronakiya rojê.
Berdewam henaseya agirî bêdengî lê xem e, kul e, derd e, û elem e. Zincîr bes ne bestin e, dîwar ne zindankirî ne. Bend ne astenga ber dest û ling, qeyd ne çeqandine li şûnek, mifte veşartine ji xem û kesera ev hat ji bo germkirina agir an helwest e, an jî olandana îskîniya rojên tarî ye.
Mihemed ASLAN di şewqa agir de durişme gotin: “Jiyan ranawest e, agir venamire roj tarî nabe, her wê çirûsk geş bibin.” Ger ez sar jî bim! Ev e çîroka dêwehût ku dapîrê jê re vegotibû. Di şevên serhedî de, bang dikir çend xwendin hene li welatê ku bi roj û agir nasyar e, çend zarok hene ku di paşila dayikan de bi agirîn e. Çend çîrok hene li ber windabûna bê xemiyê. Çend em hene li ezʼbûna agirê Mihemed Aslan de bi agir in. Bîranîna te ey pakrewan ! siwarê agir, hest bi te kirin. Li çiya yên ku rêwangeha te… çirûska te, îskîna te xwe bi giyan kemilandî ye li lefza “Îman el kamil” ava ye li berbanga roja ronak di reşika çavên zeriyekê de û girnijîneke tijîkeser a te xwe dibexşîne li lûtkeyan.
* Ji bo bîranîna şehid Mihened Aslan e. Sibata 2003ʼan li zindana Umraniye ya Stenbolê bi çalakiyeke xwebexş 6ʼê Gulanê şehîd bû.