
Sîxurê Tirk ê ku li Elmanyayê dijî Kurdan dixebitî wê li dadgeha bilind a eyaleta Elmanyayê bê dadgehkirin. Dozgeriya federal doz li sîxurê Tirk vekir, ê ku li dijî Kurdên Elmanyayê ji bo dewleta Tirk dixebitî. Sîxurê Tirk Mehmet Fatîh Sayan ê 32 salî, niha êdî wê derkeve pêşberî dadgehê.
Dozger dibêje, sîxurê Tirk xebatên îstîxbaratê ji bo Tirkiyeyê bi rê ve birine. Li gorî ku dozgeriyê di encama lêpirsînê de gihiştiye encamê, sîxurê Tirk Sayan ji sala 2013´an ve ji bo Îstîxbarata Tirk MÎT´ê xebitiye. Dozgeriyê her wiha tesbît kiriye ku ji Îlona 2015´an ve sîxur Mehmet Fatîh Sayan wezîfe ji MÎT´ê wergirtiye da ku agahiyan li ser civaka Kurd li Elmanyayê berhev bike. Dozgerî eşkere dibêje, MÎT´ê nexasim li ser siyasetvanê Kurd, hevserokê hingê yê NAV-DEM´ê Yuksel Koç û malbata wî agahî xwestine û vî sîxurî jî ev agahî berhev kirine.
Sîxûrê Tirk ê ku Kanûna bihurî hat girtin, ji hingê ve girtiye û li ser hatiye tesbîtkirin ku wî ji bo karê xwe yê sîxuriyê 30 hezar euro jî MÎT´ê wergirtine. Doz wê biçe ber dadgeha Dadgeha Bilind a Eyaleta Hamburgê. Hêjayî gotinê ye ku ev sîxûrê hanê, piştî ku rojnameya me li serê nûçe amade kir hîna nû hat girtin.
Li Elmanyayê beriya niha jî gelek minaqeşe li ser hebûna 6 hezar sîxurên Tirk hatibû kirin. Di nava van de îmamên fermî yên dewleta Tirk di nava DÎTÎB´ê de jî hebûn. Ji bo saziyên bi ser dewleta Tirk ên li Elmanyayê jî wisa tê texmîn kirin ku 150 xebatkarên wan sîxurên MÎT´ê ne.
HAMBURG