Li Kantonên Cizîr û Kobanê yên Rojavayê Kurdistanê 35 endam û rêveberên ENKS'ê yên ji hêla Asayîş û YPG'ê ve hatine girtin, bi îdeaya qaçaxçitiya mirovan, dayina agahiyên îstîxbaratî ji bo rêxistina îstîxbarata Tirk MÎT tên dadgehkirin.

Dadgehkirina endamên ENKS’ê yên aktîf li Qamişlo, Dêrik, Amûdê, Tirbêsiyê û Kantona Kobanê yên girtî, dewam dike. Ew bi qaçaxçitiya mirovan, çekan, dayîna agahiyên îstîxbarî ya Parastin a PDK’ê, û MÎT´a dewleta Tirk û çeteyên KNS´ê tên tohmetbarkirin.

Endamên ENKS’ê yên bi van sûcên cihê rûreşiyê tohmetbar ev in: Sebah Ehmed Umer, Umer Îbrahîm Umer, Mîzer Hemad Xidan, Mihemed Mustefa Şikrî, Berekat Hacî Keleş, Cafer Bekir Hesam, îsa Yusif Hisên, Ferhad Sebrî Umer, Hozan Ibrahîm Silêman, Yûsif Ibrahîm Ebîd El-Rehman.

ENKS´yiyên li Kobanê girtî û agahiyên îstîxbarî didin dewleta Tirk û çeteyên li Cerablûsê jî ev in: Feyad Mihemed Emîn Miho Zada, Feysel Ebdurehman Miho Zada, Mihemed Remedan Mihemed, Mihemed Salih Şahîn, Fewaz Derwêş Misko Zada, Mahmûd Salih Elî.


Armanc valakirina Rojava ye!

Ji bilî van, 20 kesên girtî alîgirên ENKS’ê ne û bi dewleta Tirk re hevkariyê dikin, bi qaçaxçitiya mirovan, çekan a li Tirkiye û Başûrê Kurdistanê re dixwazin Rojava ji mirovan vala bikin.

Navê van 20 kesan wiha ye: Tîrêj Ebdurehman Seyîd Îsa, Cebir Reşît Silo, Zozan Kinan îbrahîm, Şêxo Feysel Xelîl, Evdirehîm Sebrî Igêlî, Ednan Casim Hesen, Kanîwar Hesen Xilêf, Kanîwar Yahya Îbrahîm,  Mihemed Hisên Elî, Mihemed Somê Rebîa, Mûrad Ebdilezîz El Seyîd, Mihemed Kinan Îbrahîm, Necdet Mihemed Emîn Îsmaîl, Mesûd Mihemed El Ebo, Yasîn Remazan Mihemed, Cinah Salih Keleş, Hesen Mihemed Selîm Ecac, Rifeayî Hesen Hesen, Remedan Elî El Ehmed e.

Hat zanîn ku ev endamên ENKS'ê yên qaçaxçiyên çekan, van çekan di ser dewleta Tirk re ji Cebhet El Nûsra re dişînin. Hat ragihandin ku gelek çekên Elmanya ji pêşmergeyên PDK'ê re şandî, pirraniya wan winda ne û tê gotin ku Elmanya dest bi lêkolînan li ser mijarê kiriye. 


 ANF / QAMIŞLO