Yekîneyên Antîterorê yên girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê, 7 endamên komeke girêdayî çeteyên bi navê “Mertalê Firatê“ a ser bi dagirkeriya Tirkiyeyê, li bajarê Minbicê girtin.
Yekîneyên Antîterorê (YAT) ên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi operasyonekê ev koma çete bêtesîr kir. Armanca komê ew bû ku li bajarê Minbicê bêîstîqrariyê çêke. Bi 7 endamên koma çete re çek û cebilxane jî hatin girtin.
Navenda Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê da xuyakirin ku di lêpirsînê de endamên koma çete li xwe mikur hatin ku têkiliya wan bi îstixbarata Tirkiyeyê re heye. Wan gelek plan dabûn pêşiya xwe ku ewn dê li bajêr kiryarên kuştin û teqînan pêk bianiyana û bi vî rengî, wan dê ewlehiya herêmê xirab bikirana.
Bi wan re 2 kalaşnîkov, 2 M16, 2 demançeyên bêdengkirî, 2 bombeyên destan û bi hezaran guleyên kalaşnîkov û demançeyan hatin desteserkirin.
Endamên koma çete yên girtîê jî ev in: Ehmed Mehmûd Hemade (Ebo Usame) ji bajarê Minbicê (serokê komê), Hisên Hemîd Mihemed Hemade (Ebo Cerah) ji bajarê Minbicê, Mehmûd Hesen Ebdullah, Ziyad Mihemed Mihemed (Ebo Tariq) ji bajarê Minbicê, Yûsif Sitêf Berho ji Sirînê, Ebdil Mihemed El-Ilêwî ji bajarê Minbicê û Îbrahîm Yûsif El-Hîto ji Minbicê.
NAVENDA NÛÇEYAN