Helbestvan û wênesaz Ehmed Ronîar, ji ber bêdengiya li hemberî Roboskiyê her ku diçe zêde dibe çalakiya “Siya 34 ciwanan” li darxist. Ronîar, ji bo bi bîranîna 34 kurbaniyên Roboskiyê, siya wan bi xweliyê çêkir. Çalakî bi piştgiriya Navenda Çanda Bihar li Parqa Ataturk pêkhat. Di çalakiyê de xebatkarên Navenda Çanda Bihar, rêveberên BDP û gelek kes amade bûn. Li vir dema Ronîar, daxuyanî dixwend polîsên sivîl hatin cihê çalakiyê û daxuyanî sabote kirin. Polîsan, ev hişyarî da çalekvanan: “Ev der ji Parqa Ataturke ji çalakiyan re qedexe ye. Ev der qedexe ye. Tu daxuyanî û çalakî li vir gerek pêk neyê. Em ê derheqê we de lêpirsîn bidin destpêkirin. Em ê cezayê pere ji were bibirin.”

Li gel sabotekirina polîsan Ronîar û xebatkarên Biharê guh nedan wan û çalakî û daxuyaniya xwe domandin. Li vir Ronîar daxuyanî xwend. Ronîar, diyar kir ku tenê bi serê xwe hebûna siya 34 ciwanan tiştekî polîtîke û protestoyeke. Ronîar wiha got: “Sî awêneya rastiyê bi xwe ye. Ji bo mirov ji hebûna xwe şik neke divê siya mirov hebe. Sî bawerkirina hebûnêye. Lê siya xwedaya tuneye. Siya otoriteyê tim bi awayekî din derdikeve himber me. Ji bo em li siya vê cîhanê nepirsin em tev kor kirine. Sî hebûnek ku bi çav tê dîtin, yek ber û ji rastiyê tarîtir e. Ev tarîbana wê heyî dike. Hebûna siya mirov hebûna mirov bi xwe ye.”
Ronîar, destnîşan kir ku siya 34 ciwanan ji bedena hatiye veqetandin û got: “Dema mirov tune be hebûna siyên mirov qelp dibin. Ev êdî ne bawerkirina ji rastiyê ye. Siya dinyakî qelp û baweriyên qelp tuneye. Dema mirov bi rastiyê dihesin bi pêdiviya ku dev ji siyê xwe berdin dibînin. Ji ber ku li himber otoriteyê û tiştên ku siya wan tune dihesibînin an bedenên wan dikujin û siya wan bê xwedî dihêlin neçar dimînin. Dema em pê dihesin ku em ne kirde ne û fikrên me tunene û em her yek ji serî heya binî sêwirin wê hingê siyên me belasebeb hebûna me ya tune heyî dikin. Bela ku ev dunya bi qasî siyên me tariye ji loma em wenda dibin di nav de. Bedena me rihê me û siya me rêya xwe nabîne di vê tariyê de.”
Ronîar, anî ziman ku li hember bê dengiya Roboskiyê wî xwestiye 34 ciwanan bi siyê bibîr bîne.
Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.

 DÎHA/ÊLIH