Belgefîlma “Siya Avê” ya li ser 2 jinên gundê wan di bin avê de mayî, li ser Înternetê bi awayekî online êdî berdest e.

Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Metîn Yoksu derhêneriya belgefîlma “Siya Avê” kiriye. Bendava Ilisu ya nêzî gundê Kerboranê Germavê, dike ku av bide ser gundê du jinên belgefilm behsa wan dike. Galaya belgefilmê 16’ê Sibatê li Êlihê çêbûbû û li Sêrtê jî çend caran hatibû nîşandan. Piştî destpêka krîza ji ber vîrûsa koronayê, nîşandana belgefilmê hatibû betalkirin. 

Ev lînka li jêr a belgefilmê ye: https://www.youtube.com/watch?v=86Bijdw8PRk

 AMED