Mekanê ji bi Ççavdêriyên astronomîk a li nêzî bajarê Elmanyayê Pommelte, dibe ku di warê daneyên arkeolojîk û hejmara mirovên li wir veşartî de ji Stonehenge ya navdar a Ingilîz bibihure. Ev dever ji serdema bronz a Ewrûpayê maye (gelekî piştî serdema bronz a Rojhilata Navîn e); bêhtirî 4 hezar salan kevin e û kolanên arkeolojîk lê dewam dikin. Ev bermahiyên devereke şên a beriya dîroka nivôskî ya li Ewrûpayê ye. Bi qasî ku diyar e ji wê avahiya li Stonehengê berfirehtir e. Înstîtuya fermî ya Elman, Parastina Şunwaran 1u Arkeolojiyê bi hevariya bi Zanîngeha Halleyê re heta niha du dewran kolanên arkeolojîk li vir pêk anîn. Beriya mîladê ber bi dawiya hezarsala sisiyan ve di serdema bronzê de li vir ji daran çavdêriyeke astronomîk a mezin hatiye çêkirin û weke ya li Stonehengê ev der jî xebitiye. Diyar e ku ev der veguheriye navendeke rîtuelan di nava gelek warên şên ên çandiniyê de. Li gorî daneyên di encama lêkolînin radyokarbonê de ev dever ji 2300’î beriya mîladê heta bi 1600’î beriya mîladê hatiye bikaranîn. Dîska navdar a Nebra Li deverê kolanên nû yên arkeolojîk tên plankirin ku wê di nava vê mehê de dest pê bikin. Ev kolana arkeolojîk wê li erdekî 29 hezar metroyên bi çarçik çêbe. Armanca kolanên nû ew e ku xwe bigihîne daneyên agahiyan li ser avahiya civakî û dînî ya di Serdema Destpêka Bronzê de (Çanda Únětice / navê gundekî li Çekyayê ye) bidin. Ev çand bi Dîska Ezmên a Nebra navdar e. Rahibên vê çandê yên ku çavdêrên astronomîk jî bûn li ser vê dîskê bi zêr roj, heyv û stêrk neqişandibûn. Çanda Bell Beaker ji ya Unetice peyda bûye Herçî Pommelte ye, di dawiya Serdema Neolîtîkê de hatiye avakirin û heta Destpêka Serdema Bronzê 300 salan dewam kiriye. Gelek komên cihê yên çandî li vir bi cih bûne. Xaniyên herî kevin ên li vê derê hatine dîtin têkildarî çanda Bell Beaker tên qebûlkirin (teqrîben 2500 ta 2050 sal beriya mîladê). Dîzîkê di nava van xaniyan de hatin dîtin jî nîşan didin ka çawa çanda Únětice ji çanda Bell Beaker beridiye. Wekî din arkeolog li bendê ne gelek gorên mirovan li Pommelte bên dîtin û ev ê qîmetê Stonehengê li ber ê xwe kêm bike. NAVENDA NÛÇEYAN