Grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven dest pê kirî, zêde dibin. Li bajarê Elmanyayê Nurnbergê, Kurdistaniyê bi navê Şiyar Xelîl li Mala Gel a Medyayê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger kir.
Ji bo ragihandina çalakiyê, daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayin û gelek Kurdistanî li Mala Gel a Medyayê di dema daxuyaniyê de amade bûn. Şiyar Xelîl daxuyanî da û got, "Di dema tecrîdkirina Rêberê me de li Kurdistanê gelek komkujî hatin kirin û dinyayê çavên xwe li komkujiyan girt. Heger Rêberê me serbest bûya û karîbûya nêrînên xwe bianiya ziman, komkujiyên hatin kirin wê nebûna. Greva birçîbûnê ya ku hevala me Leyla Guven dest pê kir, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêbertiyê ye, ji bo afirandina wan şert û mercan e ku Rêbertî karibe nêrînên xwe bi rengekî azad îfade bike. Ji ber ku min bi derengî dest bi greva birçîbûnê kir, ez rexneya xwe didim Rêbertiyê, Leyla Guven û çalakgerên din. Ez, wekî ciwanekî Kurd vê tecrîdê, vê zilmê qebûl nakim. Û em ê têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin. Em careke din dibêjin, 'Berxwedan jiyan e, jiyan berxwedan e'."
ANF/NURNBERG