Ahmet Turk qala xebata salên dûrûdirêj a ji bo yekîtiya neteweyî kir û got, “Partiyên Kurd êdî neçar in bi hev re karekî hevpar bimeşînin. Divê em hemû li dora nirxên neteweyî siyasetê bikin.”

Komxebata Yekitiya Neteweyî ya Xebata Tifaqa Kurdistanî ku bi tevlêbûna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û 8 partiyên Kurd 130 beşdaran pêk hat, pêr dest pê kir. Komxebat doh bi dawî bû û di nîqaşan de li ser dewamkirina xebatên yekitiya neteweyî ya Kurd hemfikir bûn. Di komxebatê de hevseroka KCD’ê Leyla Guven, hevserokên Giştî yên DBP’ê Saliha Aydenîz û Keskîn Bayindir, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk, nûnerên DDKD, PÎA, KKP, PDK-Bakur, PDK-T, Partiya Azadî û hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî amade bûn.

‘Rewşa heyî hêviyê dide me’

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk têkildarî yekitiya neteweyî ya Kurd li ser salên dûrûdirêj ên xebata yekîtiya neteweyî axivî û anî ziman ku ji 11 salan ve ji bo tifaq û yekîtiya neteweyî hewldan û xebatên wan hene û got: “Car caran em bi partiyên siyasî yên li Başûr re dihatin cem hev. Me timî destnîşan dikir ku êdî hatina cem hev û xebateke hevpar bivênevê ye. Em dibînin ku bi hinek partiyên demekê me silav nedidan hev, em îro didin û distînin, xebat û komxebatên hevpar pêk tînin.  Ev rewş me bi hêvî dike. Û em bawer in wê ev komxebat ji bo paşerojê tevkariyeke zêde bike.”

‘Yekîtî wê Kurdan hemûyan bîne cem hev’

Mirov nikare yekîtiya neteweyî li derdora bîrdoziyekê pêk bîne. Eger hûn hewl bidin yekîtiya neteweyî li derdora bîrdoziyekê pêk bînin, ji sedî sed wê muxalifên wê, kesên cuda difikirin çêbibin. Îro dema em li Rojhilata Navîn li deverên weke Sûriye, Lîbya, Îranê dinihêrin em dibînin ku ji ber mezhebgirî û bîrdoziyan parçebûnek heye. Pêvajo ber bi yekîtya neteweyî, Kongreya Neteweyî ve diçe, wê her kesî bîne cem hev. Berî niha jî min mînakek da, min got, gotineke pêşiyên Çîniyan heye. Dibêje pisîk spî yan jî reş be girîng nîne, ya girîng ew e ku mişk digire. Ev xebatên yekîtiyê ku ji Rojava destpêkirin jî divê di aliyê gelbûnê de pêş bikeve, xwe bigihîne gel, gel pêş bixe, gel rake ser piyan û bi rê ve bibe. Yan na tenê pêkanîna komxebatan û li ser kaxezan wergirtina biryaran têr nake. Ji ber em di qonaxeke wiha de ne dibe ku gelek destketî xurt bibin û gelek destketî tine bibin. Yan na şansê serketina tevgereke ku gel lê xwedî dernekeve nîne. Di vê demê de hewce ye em di nav xebateke cidî ya gel bigihîne hev û bixe nav tevgerê de bin.

Hinek partiyên siyasî yên xwedî statuyekê, hinekî li ser esasê hevsengiyên Rojhilata Navîn siyasetê dikin. Dibêjin, ‘eger ez vê bikim, ez ê bibim hedefa êrişan.’ Lê belê heke hûn destketiyên gelê xwe esas negirin, ji gelê xwe yeqîn nekin, hûn ê rojekê teqez rastî van tiştan bên. Em dibînin îro li Iraqê avahiya federal a Kurdan ji her alî ve ji Hîzbullah a Lubnanê heta Şîiyên li Iraqê, Îran û Tirkiyeyê dibe armanc. Eger ev wisa ye wê demê mîsyoneke mezin a yekîtiyeke xurt hewce ye. Xebatên berê yên têkildarî Kongreya Neteweyî ji ber van nêzîkatiyan bi ser neketin.”

‘Serdemek girîng û krîtîk’

Em di serdemek girîng û krîtîk re derbas dibin, her demê serdemên wiha girîng bi dest nakevin. Îro Kurd li seranserî cîhanê tên naskirin û pêşentiyê dikin. Eger ev firsend baş neyên bikaranîn, destketiyên Kurdan hemû wê rastî êrişê bê û li ser axa Kurdistanê wê rûdawên wezin biqewimin. Heger ev firsend baş bêne bikaranîn û yekitiya Kurdan were avakirin wê deskeftiyên hene berfireh bibin û wê ji bo Kurdan bibe serdemek nû.”

 

ANF/AMED