Dibêjin, civak, yan jî gel dagirker nabin û ligel şeran cih nagirin.
Ez vê baweriyê parvenakim.
Ji ber ku di dîroka mirovahiyê de, Roma, pêşengiya şerên dagirkerî kiriye û di jiyana modern û civaka modern de; yanî piştî şoreşa karsazî û karbidestiyê, gelên rojavayî, wek Ingilîzan, gelek gelan, jiyana xwe li ser şerên kolonyalî sazkar kirin.
Wek mînak: Her malbata Ingilîz, li Afrîka bûye parçeyek ji şerê dagirkerî û bi talan kirina dewlemendiyên welat û gelan xeşîm, nawîsk, şato, qulûqewêrên Ingilîstanê teva bi zêran dagirtin.
Osmaniyan bingeha emperetoriya xwe, li slogana “haydin sêva sor” sazkar kir. Ol û bi navê olê fetwa “xezû” bû û dibû meşrûiyeta dagirkerî, talan û komkujiyan. Dema digotin “haydîn sêva sor”, gelê Tirk xwe ji şer re diçikçikand û ji bo şerê talan û wêrnakirinê derdikete rê.
Dema em li şerên dîrokî ku bûne bingeha sazkariya civaka cîhanî ya îro dinêrin; encam teva yek e û îro jî ne hatiye guhertin. Arman yek e; dagirkerî û qirkirin.
Desthilatdariya AKP’ê jî, li dijî gelê Kurd heman tiştî dike. Qirkirina gelê Kurd bi kiryarên sucê mirovahiyê, wek çekên kimyewî, linca kolanan û dagirtina zindanan, di bi dijwarî dide meşandin. Bi gotina Hevalê me Zana Amed, Fetulmunafiq jî, fetwa qirkirina gelê Kurd, di rengekî “kafîrane” de da. Yanî ol, kire xizmeta şerê dagirkerî û qirkirina gelê Kurd. Yanî, “fetwa” şerê ku ne tenê bi esker, ne tenê bi polîs: bi sazî û dezgehên fermî, bi rêxistinên faşîzan yên cemaetê û bi amûrên olî ku wek pîroziyên civakê hatine naskirin kire pratîkê. Hinek ji van amûrên pîroz, mizgeft, nimêj, Ku’an, xêr, zekat, alîkarî, fitre, cubeyên reş û serbendê kesk (kûm) û hwd. nin.
Îro li Tirkiyê, dibin pêşengiya desthaildarî û serokwezîrê misilman (!) û cemaeta misilman (!) de, şerekî gunehkariya mirovahiyê tê meşandin.
Evşerê li dijî gelê Kurd, wek destîniyeke dîrokî tê xuya kirin. Lê ne wisa ye. Hêza dewletî ketiye bin destê hişmendiya dagirkerî û rastmaliya global.
Îro li Rojhilata Navîn, AKPe û serokwezîrê Tirkiyê Tayyip Erdogan û Fetulmunafiq bûne pêşengê dizaynkirina nû.
Helbet şer, hişmendiya eskerî ye.
Li Tirkiyê, rengê vê hişmendiyê hatiye guhertin û kesk bûye. Ji ber ku hişmendiya dagirkerî û mijokeriyê, ev rengê misilmantiyê, ji bo xwe firsat dîtiye û li dijî misilmanan, pirranî li dijî gelê Kurd bikartîne.
Misilman AKP (!), misilman Erdogan (!) û misilman Cemaeta Gulen (!) li Filîstînê misilman in, li Kurdistanê kujer in. Li gorî van sê misilmanên bi guman, Filîstînî misilman in, Kurd “kafir”in û pêwiste li dijî wan “xezû” hebe. Lê ew misilmanên bi guman, li ser nimêjê de û dema li “huzura” Xweda de jî, kîna siyasî û dagirkeriya kujer li dijî gelê Kurd dimeşînin.
Rengê destilatdariya AKP’ê û Cemaeta Gulen, ji misilmantiyê bêhtir, ji xizmeta misilmantiyê û xweda bêhtir, xizmeta Tirkîtiya dagirker û rastmaliya global e. Balkêş e, Tirk di destpêka misilmantiyê de jî bûne eskerî Erebên dagirker, îro jî bûne eskerê rastmaliya global. Ev destîniya dîrokî ya gelê Tirk, her dem ji kûrrîtî, ji bextreşî û hêrsa siyasî û destilatdariya talangerî hatiye.
AKPe û Cemaeta Gulen, bûne amûrê koalisyona cîhanî ku pêşengiya rastmalê global dikin. Şerê îro li Kurdistanê, yê sedsalê ye û wê dahatuya tevahiya gelên Rojhilata Navîn û demokrasî diyar bike.