Dagir nekin jî Şoreşa Rojava û Kantonan têkbibin. Armanc, ne parastina gelan û pêkanîna aştiya li herêmê ye, şikandina îradeya Kurd e. Îradeya ku li Rojava derketiye holê, bi sîstema Kanton û rêveberiyên herêmî hatiye tacîdar kirin e.
Çavdêr û pisporên Rojhilata Navîn, vê hewldana Tirkiyê, “bi kevirekî kuştina sê çûkan” bi nav dikin. Têkbirina îradeya Kurd, kontrol çavkaniyên petrolê û hukumraniya li herêmê.
Stratejiya kûr ya serokwezîrê Tirk Ahmed Dawudoglu û “taktîka arzan lê dijwar”, bi dagirkirina Musilê eşkere bû. Ev stratejî li ser bingeha têkiliyên berê hatiye rûnandin. Îddîa û belge; Ji bilî destek kirina bi cebilxane: 5 hezar tîmên taybet, 250 endamên MÎTa tirk, bi çekên modern, di nava çeteyên DAIŞ û El-Nusra de cih digirin.
2 hezar TIR cebilxane û hwd...
Murat Karayilan jî, gotin û hewldanên dewleta AKPê wek “taktîk” bi nav dike.
Stratejiya kûr ya Ahmed Dawudoglu, bi armanca qirkirina Kurdan, xurtkirina çeteyên DAIŞê ye. Banga Erdogan ya koçkirina gelê Kobanê û vekirina deriyê sinor, parçeyek ji starejiya kûr e. Koban werê valakirin, Kurd jî, ji binyat û cihûwarên wan werin qutkirin; piştre dagirkirina Kobanê, piştre ji holê rakirina sîstema Kantonan...
Taktîka Dêrsimê, asimilekirin û projeya şer!...
Ev siyaseta “goka ji agir” e...
Erdogan û zadeganên li dora wî, di pêvajoya çareseriyê de jî lîstik û “taktîk”a aştiyê dilîzin. Ev siyaset û “taktîk” her dem bûye mertala hêzên dagirker û kujer.
Demokrasî û aştiya hêzên dagirker, bi gotina Jean Paul Satre, “em teva kujer in” bersivê dibîne. Gotina “demokrasî, aştî û yekîtiya neteweyî”, çekê herî baş e. Dewleta AKPe jî, di her firsetê de, vê çekê li dijî hêzên demokratîk, muxalefet û Haraketa Azadiya Kurd bikartîne. Li Almanya jî, burjuwaziya mezin, bi armanca “li derî parlamenê bi biryarnemayan rêvebirin”a Almanya Hîtler destek kir. Piştî tesfoyekirina rêxistinên demokratîk û sivîl, Hitler bû Şensolyê Reich û bi çeteyên xwe re, bû xwediyê dewletê. Encam jî bû faşîzm...
Vêce AKPe ye... Dixwaze ji sergerdeyên Selefi û Wahabiyên ku wek DAIŞê û El Nusra, Kurdan qirbike, çavkaniyên petrolê kontrol bike û li herêmê jî hêza xwe zêde bike. Erdogan û şûrekaya wî, sivil in, lê biqasî cuntacî û darbekarên eskerî, yekperestiya îslama tirkîtiyê diparêzin. Yekperest, di dîroka jiyana cîhanê de nebûne şagirtî-hawariyê demokrasî û aştiyê. Wajî diyalektîkê ye!...
Pat-î Erodgan jî, pirsgirêka Bakurê Kurdistanê bi riyên demokratîk û aştiyane safî nake; dixwaze bi “herêma tempon”, yanî riya eskerî û şer, demokrasî û aştiyê bibe Rojava û Suriye. Ti yariyên xwe bi kê dike!...
Doktrîna Konseya Ewlekariya Dewletê ya dawî jî, li dijî Kurdan destek kirina çeteyên Ereb, DAIŞ, El-Nusra ye!... Bi gotina Murad Karayilan; “taktîk” e û ev taktîk, stratejiya li dijî Kurdan berdewam dike!...
Erdogan Paşa, yan pat-î Erdogan
Nivîskarekî Kurd, Erdogan wek “Paşa” bi nav dike. Di sîstema dewşirmetiya Osmanî de, “paşatî”, ji sedî 99, ji “qijleya yenîçerî” derketine û payeberzî û xelata Padîşah e. Wek “bende-î dergeh-kapikulu” ne.
Erdogan, vê payeya ku tenê dikare şabaşvaniya “pat-î-şah” bike, têra xwe nabîne.
Qîma xwe jî bi paşatiyê nayîne. Erdogan, dixwaze hiyerarşiyeke nû ava bike; di sarayên kevin û nukirî yên Osmanî de, hiyerarşiya pat-î Erdogan e. Ev jî navê serdemeke nû ye. Ew dixwaze, bibe: “Sultan-i salatin-i zaman burhan-i havakin-î avan tac-bahş-î husrevan-î cîhan zîllullahî’l melikî'l-mennan..”
Tayyip Erdogan ne navek e, sîstemek e û eniyekê temsîl dike. Bîrdoza îslama tirk û eniya kesk... Erdogan ji bo vê jî, daw û delingên xwe girêdane û di her firsetê de dibêje; “me gomlekê ji agir” li xwe kiriye. Dixwaze di têkbirina Haraketa Azadiya Kurd de, vî gemlekê ji goka agir, bike zirxê sedsalê. Cewherê vî zirxê polayî; ne aqil, lîstik û qurnazî ye...