Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî li Wanê bi kedkarên çapemeniyê re hate cem hev û got, qeyûm ji bo welêt kana şermê ne, di hilbijartina xwecih de ew ê dawî li vê rewşê bînin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temelî, di civîna dema taştêya li Wanê de bal kişand ser helwêsta darazê û diyar kir ku li Tirkiye daraza bêalî û serbixwe tine ye û got: “Li Tirkiyê rojnamevan bi ferman û daxwaza serokdewletên derve serbest tên berdan. Çend roj berê di operasyona li Amedê de 26 hevalên me hatin girtin. Li holê ti delîl û sûc tine ne. Hemû ji ber xebatên hilbijartinên 24’ê Hezîranê bi fermana qesrê hatin girtin.”
AKP şerma herî mezin e
Temellî, bal kişand ser feraseta AKP’ê ya xebatên hilbijartinan jî û got, “Ti rewatiya xebata hilbijartinan a AKP’ê tine. Bi alîkariya dozger, walî, qeymeqaman xebatên hilbijartinê dimeşîne. Piştî ku fêm dike ku dê di hilbijartinan de bibinkeve, tundiyê zêde dike. Îro 96 şaredariyên li herêmê bi qeyûman tên birêvebirin. Ev şerma herî mezin a Tirkiyeyê ye. Daraz ne serbixwe ye. Çapemenî tê asteng kirin. Yên siyaseta demokratik dimeşînin wekîl, hevşaredar û hevserokên me girtî ne. Ne tenê li ser vê axê û li herêmê, ger ku j destê wê bê dê li tevahiya welat qeyûm tayîn bike.”
Dema yekîtiyê ye
Temellî, helwêsta qeyûman a deyn û nelirêtiyan jî rexne kir û got: “Walî li vir çavkaniyên gel berhewa dike. Dema van qeyûman ev şaredarî dewir girtin, ti deynê wan tine bû. Nelirêtî tine bû. Lê niha di bin deynan de ne. Nelirêtî li her derî ye. Em dibêjin, ev qeyûm dê deynê xwe jî bi xwe re bibin. Bila wisa ne li bendê bin ku deynê xwe ji me re bihêlin û biçin. Em dibêjin li gel qeyûman hûn dê deynê vî sûcî bidin û biçin. Kê ev deyn çêkirine, ew dê vî deyni bidin. Heger gel ev deyn çêkirine. Helbet, gel wê li deynê xwe xwedî derkeve û bide. Heta gel xwe bi xwe bi rê ve nebe, xizmet demokratîk nabe. Em bang li hemû gelan dikin û dibêjin, dem dema yekîtiyê ye. Li dijî îqtîdarê divê em bi rûmet bibin yek û bi hevre vî welatî ji vê rewşê xelas bikin.”
WAN