Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK’ê, Evîndar Rênas têkoşerên Kurd Şirîn Elemhûlî, Ferzad Kêmanger, Ferhat Wekîlî, Elî Heyderiyan û yê Îranî Mehdî Îslamiyan bi bîr anîn; ev têkoşer di 9’ê Gulana 2010’an de bi destê rejîma Îranê hatibûn bidarvekirin. Rênas got, heta niha rejima Îranê ti carî bi rêbaza darvekirinê negihiştiye armanca xwe û wê ti carî jî negihêje armanca xwe.

Evîndar Rênas da zanîn ku rejîma Îranê bi darvekirinan nikare muxalefet û têkoşîna gelan bisekinîne û weha peyivî: “Îran, hebûna her ferdekê/î di têkoşînê de israrker ji bona xwe weke tehlûke dibîne. Bi girtin û cezayên din nekarî pêşî li têkoşîna azadîxwazî û demokrasiyê bigire.” Rênas îşaret bi wê yekê kir ku ji 38 salan ve siyaseta rejîmê ya bidarvekirinan bi tenê bi armanca avakirina xof û tirsê ye. 


‘Darvekirin ne çareserî ye’

Rênas diyar kir ku bidarvekirin li Îranê gihiştiye asta qirkirina civakê û wiha pêde çû: “Ne ji bona mijarên siyasî ne jî ji ber ti sedema din, em nikarin bidarvekirinê weke rêbazeke çareseriya ti pirsgirêkê bibînin." 

Evîndar Rênas  bal kişand ser têkoşîna li girtîgehan û got: “Li girtîgehan têkoşîneke mezin a bîrdozî û sekneke bi îdîa hatiye nîşandan û tê meşandin. Di heman demê de di qadên navnetewî, civakî û siyasî de jî têkoşîneke mezin li hemberê zîhniyet û siyaseta rejîma Îranê tê meşandin.”


‘Bi dirûşmeyan berê xwe dan benên bidarvekirinê’

Evîndar Rênas di berdewama axaftina xwe de de bal kişand ser berxwedan û sekna gelê Kurd li hemberî siyaseta Îranê û weha peyivî: “Siyaseta bidarvekirinê ya Îranê li hemberî berxwedan û sekna fedayî ya Kurdan têk çûye. 

Ev siyaset û şêwazê dewletê bûye yek ji sedemên têkoşînê ji bo gelê Kurd. 

Ciwanên Kurd bi dirûşme û stranên azadiyê berê xwe dan benên darvekirinê. Wan milîtanan baş dizanî ku tenê bi nîşandana van benan dixwazin wan dîl bigrin, ji rûmet û têkoşîna wan ya azadiyê dûr bixînin, ji bona wê jî bi vê zanistê berê xwe dan sêdaran.”


‘Divê cezayê darvekirinê têk biçe’

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê Evîndar Rênas da zanîn, ku ji bo cezayê bidarvekirinê ji qanûnê bê rakirin, divê li her qadê têkoşîna mafê mirovan bê meşandin. Evîndar Rênas destnîşan kir ku dema li her derê cîhanê li dijî bidarvekirinê mirov tê bikoşin, ne mumkin e ku ti dewlet bikare li hemberî vê têkoşînê di rêbaza xwe ya bidarvekirinê de israr bike. 


‘Siyasetên bidarvekirina ciwanên Kurd berde’

Evîndar Rênas Îran hişyar kir, xwest dest ji siyastên bidarvekirina ciwanên Kurd berde û got: “Pêwîst e ku rejîma Îranê bi vê baş bizane; wek çek ceribandina bidarvekirinê li hemberê gelê Kurd ti faydeya xwe nîne. Her cûre siyaseta qirkirin û zextê ku li ser bingeha tinekirina gel û hereketa me rejîm bi pêş bixe, sedemeke herî bingehîn ya têkoşîn û bersivdana gelê Kurd e. Li hemberê vê siyasetê, gelê Kurd ji vir û şûn ve wê di nava parastin û berxwedaneke mezin de be. Em rejîmê hişyar dikin, da ku dev berde ji siyaseta xwe ya li dijî bi Kurdan û nexasim jî darvekirinê.”


Qehremanên berxwedana 9’ê Gulanê

Evîndar Rênas di dewama axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna qehremanên berxwedana 9’ê Gulanê Şirîn Elemhûlî, Ferzad Kêmanger, Ferhat Wekîlî, Elî Heyderiyan û Mehdî Îslamiyan, bidarvekirina wan şermezar kir û got, “Di kesayeta wan cangoriyên rêya heqîqetê de bejna xwe li ber ked û qehremantiya wan ditewînim. Berxwedana wan di têkoşîna azadiya gelê me de pêşketin û guhertinên dîrokî diafirîne.”

 

‘Bi ruhê Sûr, Cizîr û Nisêbînê li ber xwe bide’

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê, Evîndar Rênas bang li xelkê Rojhilatê Kurdistanê jî kir da ku li hemberê dagirkeriyê û şerê taybet ê rejîmê bi ruhê Sûr, Cizîr û Nisêbînê rabe û li ber xwe bide.

Rênas  anî ziman ku gelê Kurd ji vir û şûn ve wê çarenûsa xwe diyar bike û şoreşa xwe bi ser bixîne. Rênas weha dawî li axaftina xwe anî: “Şehîdên vê demê û qehremantiya li Kurdistanê, pêngav û keda di oxira azadiyê de ye. Ji bona vê jî her Kurda/ê bi rûmet û ciwanên Kurd di vê qonaxa dîrokî de pêwîst e bi şiyarbûneke mezin ya neteweyî û ruhê şoreşê li her çar parçeyên Kurdistanê rabin.” 

 


 ROJNEWS/QENDÎL





‘Li hemberî rejîmê têkoşînê xurt bikin’


Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilat (KJAR) û Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê di kesayeta Şîrîn Elemhulî, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan û azadîxwazê Îranî Mehdî Îslamiyan de şehîdên meha Gulanê bi bîr anî.

KJAR'ê bi vê boneyê daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku rejima Îranê bi îşkence û bidarvekirinê nikare vîna gelê Rojhilatê Kurdistanê bişkîne û got: Bi saya Rêber Apo û Şehîdên me, îro li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê gelên me bêpêşeng nînin.”


‘Têkoşîna xwe berfereh bikin’

KJAR'ê destnîşan kir, ku ew ê hertim ji bo xeyalên hevrêyên xwe pêk bînin têkoşînê xurt bikin û weha dewam kir: "Di 6. salvegera şehadeta van rêhevalan de em bang li hemû jin û gelên Rojhilat û Îranê dikin ku ji bo xwedîderketina li bîranîna pêşengên xwe, têkoşîna xwe berfereh bikin û bigihînin her deverê. Bi vê mebestê Kurdistanî û Îraniyên li derveyî welat jî, bi taybetî jin, pêwîst e bi germahiya hestên dayîka şehîdan, di vê têkoşînê de bi rola xwerabin û ji bo ku bi vê armancê zext li dewleta Îranê bê kirin, girseyan ronî û amade bikin û rakin ser pêyan."


Aştî dikare dawiyê li pirsgirêkan bîne

Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê jî bi daxuyaniyeke niviskî şehîdên 9’ê Gulanê Şirîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan û Mehdî Îslamiyan bi bîr anî. 

Tevgera Azadiya destnîşan kir ku ger Îran guh nede dengê azadixwaz ê gelan, wê wek Sûriyê, Iraq û Tirkiyeyê lê were û daxuyaniya xwe weha bi dawî kir: “Rêyên aştiyane û bihevre jiyana gelan, dikare dawiyê li pirsgirêkan bîne. Girtin û sêdaredan ne rêya çareseriyan e.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN