Hevserokê Konseya Rêveber a KCK, Cemil Bayik, siyaseta Erdogan bi gotinên "Siyaseta Çeqelan bi nav kir. Di bernameya "şîrove" ya Radyoya Dengê Kurdistanê de, ji berdêla Serhildan, Sason bername pêşkêş dikir, ez jî mêvan bûm. Mijar jî "siyaseta çeqelan" bû. 

Sason jî Serhildan jî, gazî ne û rojnamevaniyê dikin. Medya alternatîf (ne muxalif) bi saya van rojnamevanan giha vê qonaxê. 

Li herêma Çiyayê Hevêriya çeqel, torîk e. 

Vêce: Îdîa min, di çarçoveya sîstema çeqel û talangeran de, afirandina dînamîkên alternatîf e. Di encamê de, formulek pîroz derkete holê, ev jî bû nasnameya hevpar ya gelê Kurd. PDK qebûl nekê jî, ev qonax hatiye zemtkirin.

Yekparêzên çeqelên Turk-î û Îslam-î, ji entelektueliyê dûr in, bi polemîkên derî demê û yobaziyê dagirtî ne. Helbet, ev gotinên min ne reaksiyon in, hinek dîrok, hinek guhertinên ji hezeyan û fantaziyan dûr in. 

Medya Plaza Kurd yek ji van e, akademiya medya ya seyar jî, yek ji van e. Û hê jî hene! Her pêngavek jî xwedî giraniyek e ku tixubên estetîkê derbas dike.

Nivîsa Cemil Bayik ji bo radyo hatibû xwendin û di destpêka bernameyê de me guhdarî lê dikir. Dema gotina "siyaseta çeqelan" derbas bû, ez beşişîm!. Sason, li nava çavên min nêrî, wek bibêje, “te xêr e!” Piştî bernameyê, min got, "romana Honorê de Balzac, - Serokê Çeqelan Ferragus - hate bîra min.” 

Balzac, ji bo serokê çeqelan, navê Ferragus bi kar aniye. Bêguman navê Xwedayê "siyaseta çeqelan" jî heye. Reîs... Reîs, gotinek "şehewî" ye! Reîs Erdogan jî, biqasî Mussolînî destdirêjiyan li jiyana jinan dike. Dema ku mirov, pencereya mejiyê xwe, li hemberî hemû nirx û pîroziyên li derî xwe bigire, hingî hestên şehewî di radeya nexweşiyê de dest pê dikin. 

Keleha çeqelên Balzac, ya sirr û razan e. Ji wê kelehê fesadî, gelacî, kuştina şehewî difûre. Qesra Xwedayê siyaseta çeqelan Reîs jî, sê kilometre bi têl û dirabeyan hatiye parastin. Keleha Çeqelê Balzac tijî korsan e, qesra çeqelê Reîs jî, tijî çete û kontra ye. Balkêş e, korsanên Ferragus jî çete û kontrayên Reîs jî fanatîk in. Ji kaniya mejiyê fanatîzmê hatine xwedîkirin û fanatîk bûne. Çavkaniya zîrekîtiya serokê çeqelan Ferragus, serpêhatî û pêhatî, kiryar û bûyer in; ya xwedayê siyaseta çeqelan Reîs jî ji ba Xwedayê mezin hatiye. Yalçin Kuçuk dibêje, "deh sal in em li pey dîplomeya Erdogan ya nîne, digerin". 

Di destpêka desthilatdariya AKPê de, min ji Altan Tan pirsî, "Kapasîteya Erdogan heye gelo, wê karibe li ser kursî rûne, yan wê kursî li ser serê xwe deyne." Altan Tan, got, "ew ê gû û rîxê" tevlîhev bike. 

Rast e, firazeya wî derbên cahîliyê ne û qet ji demokrasiyê fêm nake. Xwîn diherike, her derb xwîn e, xwîn ha ha diherike. Rehme li Çîller a Dêlegur anî! Çîller Madimak bû, Reîs deh bajar in, pêncih jêrzemîn in, Roboskê ye, Xerza ye, Kaniya Xezalan û hwd ne. Tayibîst, li ser kursiyê Kenanîst rûniştiye. Potansiyel desthilatdarî, potansiyel sûc û xwîn!... Vê jî reqik, golikên paçxwer, kujerên bavûkalên xwe-xayin zêde zêde derxistine holê. 

Ez bibêjim: Kujerên bavûkalên xwe, Kurd in û ligel Reîs, tabûtên bavûkalên xwe hildigirin û bi kujerên xwe re rondikên bablibeyan/tîmsahan dibarînin. Di sîstema lewto de, mirovên çeqel... Hedonîst in! 

Erdogan bi siyaseta çeqelan, di vê cîhanê de cîhaneke din e, hiş û ramanekî di vê cîhanê de qebûl jî nake. Tenê bi xeyalên xwe û îtaeta bîadî, yek hişmendiyê diparêze. Hişmendiya yobazîzmê û riya şikeftê!

Îtaeta bîadî, encama siyaseta çeqelan e û faşîzm derxiste holê. Faşîzm sûc e. Mirovên faşîst jî bi kiryarên xwe dibine faşîst. Hevserokê PYD´ê, Salih Muslim bîla sedem ne got, “Erdogan sûcê mirovahiyê dike, belgeyên sûcê mirovahiyê di destên Emerîka û Rûsya de hene û Erdogan di dadgehên navneteweyî de wê bidarizînin.” Gotinên Salih Muslim, bûne manşetên medya Tirk ya çeqelîst. Texmîn jî be, ez bibêjim: Erdogan ji tirsa, di qesrê de bi edrê ket. 

Toynbbee, di navbera lewazî û oldariyê de, girêdanekê dike, rast e, neçar û belengaz in, dest bi lavekirinê kirin, çog berdane erdê. 

Nêzîk e, çaremîn car wê li Imralî jî çog berdin erdê. 

Lê xeta sor a Kurdan heye!