Tecrîda li Imralî bi fermana serokwezîrê Tirk Tayip Erdogan kete pratîkê, weke şerê giştî berfereh bû û îro, wek rehîn-girtinê tê bikaranîn.

Têkoşîne gelê Kurd, Tikriyê kiriye nava edhejeke balkêş. Di şerê Suriye’de jî hesabên Erdogan û destekgirên wî, weke dihate xwestin dernekete holê. Îro li Sûriyeyê kaosek heye. Her diçe labîrentên herêmê bi davik û kemînên metirsînî  têne dagirtin. Di şexsê Suriye de, hêzên global û siyaseta  global, ber bi krîzeke giştî diçin. Hinek ji dewletên herêmê, di serî de Tirkiye, wek çavkaniya hêzên çete û paramilîter derketin holê û bûne bingeha kaosê û ev kaos weke çiyayekî volqanî li ber teqînê ye. Peyama Mîladî ya Birêz Ocalan, di demeke wiha de, ji raya giştî re hate deklere kirin. Bi vê mebestê Peyama Ocalan weke, banga tevahiya gelên li herêmê û bingeha demokratîze kirina herêmê hate binavkirin. Pêşî Emerîka, serkêşê komploya navneteweyî, peyam bi çepikan silav kir.
Pêwiste, ev helwesta Emerîka bi berfirehî werê nirxandin.
Ji ber ku, Emerîka hîna jî çavkaniyên zihniyeta Ittihadî, di şexsê Erdogan, AKP'e û Fetul-munkîr de xwedî dike.  
Serokwezîrê Tirk Tayyip Erdogan jî, di kanunên zincîran de, di zihiniyeta Îttîhadiyan de israr dike û bi cumika siyasî, zihniyeta Ittihadî renge-kesk dike.
Di vê qonaxa ku tê gotin, çareserî di rojeva Tirkiyê de ye; mixabin  dînamîkên Tirkiyê, li ser xapandina Kurdan kar dikin. Stratejisyen, dîplomat, rojnamevan, Prof.ên bi wesayet, teva li yek boriyê didin. Teva, li dijî misoger kirina kanunî û biryara parlamento ya ji bo gerilla derdikevin. Teva jî serî li lîstika gotinan didin û dixwazin komên xlekê biaxpînin.
Eniya Kurd, pêvejoya aştiyê, çareseriya demokratîk daye dest pê kirin. Lê dewlet û AKP'ê , hîna di destpêka rê de ne û gavek bi tenê jî ne avêtine.
Ev siyaseta Dêmarî ye. Ev siyaset neynika  ku realîzmê winda dikê ye. “Amel-kar, xebat, sebat” nîşan nade. Diyalektîka pratîkî têk dibe.
Dêmar, jinbav e. Bila jin bibexişînin, armanca min ne kêmkirina jinê ye. Di ferrhanga Kurdî de, ev gotin wek biwêjê tê bikaranîn. Ji bo mêran jî zirbav tê bikaranîn. Her du gotin jî, di xislet, nirx, pîrozî û giringiya cewherî de têne bikaranîn. Cewher, rengînî û huzmeyên di wê renginîya pîroz de ye.
Dema ku ev gotin dibê biwêj, hingî siyaseta bextreşî û telaqreşî, kûnekî, gelacî û dirûtiyê destnîşan dike. Ev gotin li bejna Serokwezîr û borezanên wî tê.   
Lê, li welatekî weke Tirkiyê, huquqnasên dilsozê serdestiya huquq û evîndarê  demokrasî jî hene. Ev kes, ji roja ku, pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd ketiye rojevê û  gavavêtinên her du aliyan têne axaftin, rastiyê dibêjin. Ev rastî jî, di pêvajoya çareseriyê de pêkanîna zemîna kanunî ye.
Lê Erdogan, li ser bingeha 240 kanunên berhemê faşîzma darbeya eskerî ya 12'ê Êlûnê rûniştiye. Ev kanunên ku li dijî tore, adet û exlakê civakên li Tirkiyê hatine çêkirin û îdeolojiya fermî ya dewleta zordest û wesayetê diparêzin, nikarin bibin bingeha çareseriya pirsgirêka Kurd. Van kanunan û zihniyeta Îttîhadî, diyalektîka gelê Kurd xerab kirine.
Şerê 30 salî û berdêlên giranbiha, parçeyên enerjiya Kurd, kakilên atomal yên civaka Kurd li hev kom kirin û xelekên enerjiya gelerî derxistin holê. Ev rastiya kimya bedena gelê Kurd e û îro, di aliyê polîtîk, eskerî, aborî, civakî û kulturî de hevûdin temam dikin.
Lewma bi îradeyek hevbeş û xetên sor derdikevê holê.
Piştî Peyama Miladî ya Birêz Ocalan; gelê Kurd bi sazî û dezgehên xwe ve, bi gerila û partiyên siyasî ve,  bi mirovên li kolanê, bi medya xwe ve, ji raya giştî re deklere kirin ku ew Peyama Ocalan erê dikin.
Bê guman Birêz Ocalan jî peyama xwe bi hêsanî ne nivîsî ye. Piştî şandina nameyan û girtina bersiva nameyan jî, şev û roj li ser peyama  xwe rawestiya ye. Şev û roj kirin yek û di wextê wê de, bêyî ku dereng bimîne, dîtinên xwe pêşniyazên xwe û daxwazên xwe bi raya giştî re parvekirin. Wek lîderekî lîder, wek lîderekî karîzmatîk, bi biryar, bi hêz û misyona xwe bawer û xwedî soz haraket kir.
Ev jî dide xuya kirin ku Ocalan, dîrok û siyasetê bi hev re pêşdixe û rê li ber nosyonên demokrasî vedike. Ev jî dibe bingeha nosyonên azadî û edaletê.
Dema ku mirov di vê çarçovê de li Peyama Ocalan dinêre, xuya dike ku di çareserî û paşerojên Tirkiya demokratîk de, ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevahiya gelên li Kurdistanê, Anatolya  azadî, wekhevî, edalet û demokrasî tê xwestin. Ocalan, siyasetê di têkiliya gelan de, têkiliya gelan jî di siyaseta demokratîk de digire dest. Her du basikan jî di dîroka gelan de destnîşan dike. Bi vî rengî, ne tenê azadiyê, wekheviya ku edaletê digirê nava xwe jî  dixwaze.  
Bêguman bijartina  gotin û sazkariya hevokên ji bo sîstemeke wiha, ne hêsa ye. Ji ber vê bijartina hassas, jîr û zana;  Peyama Ocalan, weke banga tevahiya gelan derkete holê û wiloa hate nirxandin jî.
Haraketa Azadiya Kurd jî, di bersiva Peyama Ocalan de dereng nema. Gavên dilsozî û ber bi çav avêtin, lê daxwazên di çarçoveya teknîkî de jî xwestin. Yek ji van daxwazan zemina kanunî ye.  Di demeke ku Komisyona Destura Bingehîn kar dikê de, daxwaza misoger kirina kanunî, demeke dirêj jî nagire.
Lê bi israr tê gotin ku parlamento nikare biryareke wiha, kanuneke wiha derbixe. Çima gelo? Ew parlamentoya ku biryara şer dide, kanunên taybet û “tezkereya  operasyonên derî sinor” dide, bêguman dikarê ji bo aştiyê û meşrû kirina gerilayên Kurd jî bide.  Ev erka parlamento ye.
Gotinên serokwezîr jî, yên şêwirmend, stratejisyenên û prof ên  alifxwerên AKP'ê jî, sextekarî ne. Meşandina Siyaseta Dêmarî  ye.
Lê gelê Kurd nema dixape.
Desthilatdariya AKP'ê li bisiklêtê suwar bûye, eger pedal bi zivîrîne wê bimeşe, eger pedal ne zivîrîne wê bi serî ve bikeve û stuwê AKPe bişike. Piştre, wê  pişta dewletê jî bişike.