Li gel ku kesî bawer nedikir jî Trump bû serokê Emerikayê. Seroktiya wî li gel xwe gelek nêrîn û tercîhên nû jî anî. Di dema Obama de ji bo krîza Rojhilata Navîn bê çareser kirin ji Pentagon û CIA´yê hewldan hebûn. Lê dewlet û hêzên herêmî nehiştin ku wekî tê xwestin gav bê avêtin. Pêşengiya parazvanên statukoya li Rojhilata Navîn rejîma Îslamî ya Îranê û AKP bûn. Xwestin bi rêya dîplomatîk bi Îranê re li ser meseleya Sûriyê li hev bikin. Her wiha li ser meseleya çekên nuklîer jî gelek hevdîtin çêbûn. Mirov dikare bêje ku di wan hevdîtinan de lihevkirinek zimnî li ser rewşa Sûriye û Iraqê hatibû çêkirin. Gelek pereyên Îranê ku bi salan e Emerîka dest dabû ser, şûnde vegerandin. Di parlementoya Ewrûpayê de jî zemîna ji bo amborgoya li ser Îranê rabe di 51 xal vebûn ku beşên gelek ji wan xalan giringiya parastin û emniyeta Rojhilata Navîn bû. Nêta Emerîka û Ewrûpa ev bû ku Îranê ji destê Rûsiyayê derxin û di guherîn û veguherîna Rojhilata Navîn de bikişînin xeta xwe. Beramberî vê yekî jî Rûsiya jî dixwest dewleta Tirk bikişîne xeta xwe. Di vî şerî de balansek çênebû. Aniha jî bi hatina Trump diyar bû ku siyaseta Emerîka wê êdî li gel dewlet û hêzên herêmê bê guhertin û îhtimala helwestên cuda jî heye. Trump bi hatina xwe ketina hemwelatiyên 7 welatan bi vîze jî ji bo welatê Emerîka qedexe kir. Navbera Meksîka û Emerîkayê de dîwar çêdike. Lê ev rastî  naguhere; li Rojhilata Navîn siyasetekê nû di rê de ye. Xuyaye dixwazin heger bi lihevkirin neçe serî, bi darê zorê rejîm û hêzan bînin ser rê. Di wir de siyaseta nû her çend li dijî Sûriye û Iraqê be jî, metirsî li hember rejîma Îranê zêdetir e. Aniha Trump eşkere dike ku ji xeynî lihevkirina navbera Emerîka û rejîma Îranê de hewldanên din jî hene. Dema li hev kirin 2800 kes bi rêya Iraq û Sûriye bi vîze derbasî Emerîka bûn ku hemû zarok an jî xizmên rayedarên Îranê bûn. Aniha li Emerîkayê ne û sermaya ku bi xwe re birine li wê derê bi kar tînin. A rast ew e ku dixwazin di nav sîstema jiyanî a vî welatî de cih bigirin û bi rengekî xwedî tesîr bin. Yanî bi rengekî dixwazin lobiya xwe ji bo siberojê xurt bikin. Aniha jî rejîm li çend cihan fuzeya xwe diceribîne. Îmkana xwe ya leşkerî ji bo hewzeyên Yemenê rê kiriye û li dijî Erebîstana Siûdî dide şerkirin. Emerîka jî ji bo rejîma Îranê tehdît bike li mehna digere. Rejîma molayan pê hesiya ye ku rewş cîdî ye. Li aliyekî axaftina xwe nerm dikin û aliyekî din bi rêya leşkerî tehdît dikin.                    

Esas nakokî, krîz û nerazîbûn demên borî jî hebû û her ku diçe jî zêde dibe. Lê vê car bi temamî dixwazin Îranê teslîm bigirin. Aniha di vê rewşê de helwestek beranberî Iraq û Başûrê Kurdistanê xuya dike an kes naxwaze vê rastiyê bibîne an jî nabînin. Pere û darayiya ku rayedarê Iraq û Başûrê Kurdistanê li Emerîkayê danîne hatiye destesergirtin. Balafirê ku ji welatên Ewrûpa ber bi Iraq û Başûrê Kurdisanê ve diçin piranî hatiye sekinanidin tenê Elmanya û Awûstûrya maye ku ev jî hindik maye tevgera xwe bisekinînin di bin navê tehlîkeya ji bo hemwelatiyan de. 

Di vê rewşê de ji bo rejîma Îranê ku hemû rê ceriband, pêwîst e wekî axirîn rêk ji xwe re bibîne ku êdî nikare bi înkar kirin û dij sekinîn li pirsgirêka navxweyî Îranê. Di asta navxweyî de jî her tişt ji bo birêvebirinî bi kar anî, lê nebû, hemû şikest. Aniha ser vê du rê ma ne. Yek ji wan dikare tune bibe yek ji wan çareseriyê bîne. An şerê li beranberî derve û  navxweyî an jî guhertin û qebûlkirina rastiyan.