Rejîma Îranê di qonaxêkê de ye ku ber bi hilbijartinê ve diçe; di rewşêkê de ku Rojhilata Navîn hem di warê siyasî û hem ê cografî de rûbirûyî guhertin û aloziya cidî ye. Sûriye û Iraq wek du welatên vê herêmê niha êdî ne statuya wan wek berê heye û ne jî cografya wan wek welatêkî yek parçe maye. Îranê jî dixwest di wê rewşê de ku her kes, netewe û bawerî di wê guhertinê de beşdarî ne, hegemonya xwe bisepîne, lê niha ketiye rewşekê ku zêdetir xwe diparêzê. Şerê ku ji bo parastina xwe heya niha li derveyî sînorê xwe, bi rê ve dibir, niha hatiye sînorê wê. Êdî wekî berê nikare siyaseta xwe ya derve nerm bimeşînê û asta navneteweyî û bitaybetî Emerîkayê pê razî bike. Niha mudaxele li ser Rojhilata Navîn gihîştiye astêkê welê ku êdî hewcedarî pê heye ku di wê astê de hêzên hundur, li meydanê raste rast bên beranberî hev. Li meydana Sûriye û Iraqê ku hemû hêzên herêmî û derekî tê de ne, şer li ser xwediyê malê ye ku bibin xwediyê wan. 

Demekê dixwestin bi rêya Tirkiyeyê, Esed ji destê Îranê derxin, ji bo wê, li ser gelek cihan, Tirkiye tawîz û bertîl da Sûriyeyê. Lê Sûrî nebû mal ji bo Tirkiyeyê. Tene karî li hin cihan beranberê hêzên azadîxwazên Kurd erda Sûriyê bi izna hin welatên yekser di nava şer de dagir bike. Di alozî û parçebûna welêt de hin hêzên nû çêbûne û li hin cihan jî hêza hin welatan kêm bûye û heta mirov dikare bibêje, rewşa wan ber bi xerabûnê ve diçe. 

Yek ji wan welatan, rejîma Îranê ye. Hêza rejîma Komara bi nav Îslamî ku dixwest xwe berfireh bike, berevajî derket û niha berê nîşanan li Îranê ye. Di wê rewşê de ku îşaretên di asta navneteweyî de zêdetir ji hemûyan Emerîka ku dikare gelek welatên din jî li gel xwe hevaheng bike, weke hêza herêmî jî Ereban xwe amade kiriye; li aliyê din jî jixwe Tirkiye ji bo wê amade bûye. Lê yê ku ji bo wê rewşê amade nîne  rejîma Îranê, opozîsyona Îranê jî jixwe li benda mudaxeleya ji derve ye! Yanî pişta xwe bi destwerdanê germ dikin. Lê belê di rastiyê de rejîm ji ber nêrandina ewlehiyê li ser pêkhateyên civakî yên Îranê, nikare êdî wek berê meydanê bixwînê, nav di xwe bide. Bi despêkirina aloziyê re hinek wê çarenusa xwe cuda bikin, hinek wê bikevin pey desthilatdariya xwe ku cîh, herêm yan jî kursî ji xwe re bistînin. Hinek wê bikevin pey tolhildana rabihuriyê, ji her kesî yan jî dislata ku heya niha ew tepisandine. Îran wê netenê wekî Sûriyê bibe, mirov dikare bibêje, ew ê xerabtir bibe. Ji ber ku li Sûriyê muxalefetek ango opozîsyoneke berfireh ya leşkerî nebû, piştre çêbû. 

Lê li Îranê di her neteweyê de, hem muxalefet û hem hêza leşkerî ya muxalif heye. Li derveyî Îranê, opozîsyon heye ku amade ye rêyekê ji bo hêzên mudaxeleya ji derve  çê bike. Welatên cîranê Îranê hene ku li benda wê bûn ku rêyekê ji bo ketine nav Îranê bi her awayî peyde bikin. Di wê rewşê de rejîma Îranê dixwaze bi taktîkên berê nêzî meseleya netewe û pêkhateyên civaka Îranê bibe. 

Binpêkirina hemû usûl, qaîde û yasayan li Îranê hemûyî bûye adeteke rojane. Zîndan, îşkence, îdam, binpêkirina mafên mirovan, milîtarîze kirina cografya neteweyên din li Îranê… ji bo rejîmê adetî bûye, bûye weke karekî rojane. Niha jî dixwaze bi wî rengî desthilatdariya xwe dewam bike. Ji bo wê, gava ku behsa hilbijartinan dibe, behsa metirsiya li ser Îranê dibe, serdana Kurdistanê û hin neteweyên din dest pê dike. Dibêjin, mafê we hatiye xwarin! Bêkarî gelêk e li Kurdistanê, pere tine, aborî xirab e, divê wer nebe. 

Tu dibêjî qey gelê Kurd yan jî neteweyên din ji bo xwe nedizanîn û niha wana nû keşif kirine; û pêwîst e gelê Kurd jê memnûn be!? Nabêje êdî me ji bo xwe, hûn kirine vî halî, siyaseta me bi vî rengî ye; ji ber ku hewcehiya wê pê heye ku carêke din gel yan jî gelan bînê ser sindoqên dengdanê. Herçend hilbijartin li Îranê weke tu welatê din nîne, eger ji wan nebe di hilbijartinan de tu cih nagirî. Niha rejîmê dest bi şowa hilbijartinan kiriye, wisa dide nîşan weke ku hinêk hebin ku dixwazin Îranê rizgar bikin di wê hilbijartinê de. Ji bo wê, hilbijartin çare nîne, pêwîst e bi hizir jî çareserî bi rastî bê kirin ku rejîm jî niyeta wê dewamkirina rêka berê ye.