R.T Erdogan beriya bi çend mehan ji Serokwezîrê Iraqê Heydar Al-Ebadî re gotîbû” hedê xwe zanibe, hûn ne di asta me de ne ku ji me re bibêjin ji Iraqê derkevin”, lê bi bayê bezê piştî ketina Helebê û serîtewandina li ber Rusyayê, vê carê berê xwe da Iraqê mîna ku tiştek neqewimîbe serokwezîrê xwe Binalî Yildirim şand Bexdayê. Ez zêde li ser encamên civîna Bexdayê ranewestim ji ber ku daxûyaniya çapemeniyê piştî hevdîtinê gelekî lastîkî ye û ya ku tê de zelal e, divê Tirkiye ji Başîqeyê derkevê. Encama bi giştî ya di vê serdanê de nîşan dide ku Yildirim tiştên ji Bexdayê hêvî dikir, bi dest nexistine, lê weke her car jî berê xwe da Başûrê Kurdistanê. 

Li Hewlêrê piştî civîna dualî ya serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim û serokê PDK´ê Mesûd Barzanî, civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Ne zêdegavî ye, eger bibêjim, hema hema herkesî dizanîbû wê Yildirim li Hewlêrê çi bibêjê. Weke hercar qewana kevin careke din zivirand “PKK terorîst e” dubare kir. Yildirim ev hevok çend caran li ser hev û li kêleka Mesûd Barzanî anî ziman. Ev qewana kevin ya Yildirim cudahiya wê ji ya kevin ew e ku li ser hevoka “PKK terorîst e” ya PYD û YPG´ê jî zêde kir. Yildirim zêdetir jî gaz da û PKK, DAIŞ û Gulenî jî li pey hev kirin rêz, dema peyva “terorê” bi kar anî. Beriya du salan, Barzanî bi xwe li Mexmûrê çû serdana wan kesan ku Yildirim ji wan re dibêjê “terorist”, û fotoyeke dîrokî girt. 

PK‎K bi PDK û pir hêzên din yên Başûr re di nava diyalogê de ye ji bo çareseriya pirsgirêkan û di serî de ji bo parastina Şengalê; lê Serokê Hikûmetê yê PDK yî N. Barzanî tam di wê demê de daxûyanî da ku “divê Gerîla ji Şengalê derkeve, nexwe em ê hêzê bi kar bînin”. Yildirim xwe avêt ser vê daxûyaniyê û lez da vê serdanê. Dîsan ne mûbalexe ye ger mirov bibêjê ku tam di dema destpêkirina hevdîtinên aştiyê de di dawiya sala 2012 da Dewleta Tirk bi destî MIT û hin hêzên din, jina têkoşer û yek ji damezirînerên PKK´ê Sakîne Cansiz li Parîsê qetil kir. Ev provokasyonên ne tesaduf in lê encamên pilanên qirêj û veşartî ne. 

Daxûyaniya hevpar ya Yildirim û Barzanî li Hewlêrê ji bo me pir dubare ye, me çi texmîn bikira? Barzanî bibêjê “hedê xwe zanibe, ev der Kurdistan e?” bêguman na. Ew qas radîkal nebe jî mirov hinekî divê ne rehetî nişan bida, helbet eger zereyekê jî xwe Kurd dibîne. Lê bi rastî rewşeke gelek tirajîk e û mijarêk e ku rasterast keramet û heysiyeta mirov û herêmê elaqedar dike; pê bihisin yan na,  Yildirim bi van gotinên xwe bi hemû watayan tecawizî herêma Kurdistanê dike. Her kes dizanê di kevneşopiya diplomasiyê de berî civîna çapemeniyê alî li ser naveroka hevdîtinan nîqaş dikin û wer xûya dike yên herêma Kurdistanê bi rê ve dibin, li mijarê bi vê hesasiyetê nanihêrin û zêde peyvên “parastina ewlekariya neteweyî û etîka siyaset û morala civakê” ji bo wan mijarên ne girîng in. 

Bi tabloya dawî ya bi hatine Yildirim re derdikeve holê ku hin hêz li ser navê herêmê, dixwazin vê siyasetê bi tevahiya Başûrê Kurdistanê bidin qebûlkirin, lê ne tenê gel, li Başûrê Kûrdistanê pêşmergeyên kevin bi serdana xwe ya Qendîlê û helwêsta xwe ya zelal li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê nîşan dan ku ev siyaseta serîtewandinê li ber Tirkiyeyê tenê siyaseta partiyekê ye, ne ya Başurê Kûrdistanê hemûyî ye. 

Tirkiye manewrayeke siyasî dike ji bo ku wer nîşan bide ku siyaseta wan li herêmê bihêz e û dikarin zextê li Iraqê bikin ku gerîla ji Şengalê derxin, ji ber ku dixwazin piştî operasyona Mûsilê bi tevahî rêya di navbera Şengal û Rojava de were kontrolkirin, û jixwe, derdê wan yê sereke Rojavayê Kurdistanê ye, lê hevdîtinên Yildirim ji bo Iraqê di çarçoveya dayîna tawîzan de ye ku gava yekemîn ji bo Rûsyayê bû, niha jî ji bo Iraqê ye. Tirkiyeyeke ku di nava wê de krîzên mezin hene, siyaseta wê li ser Sûriye û Rojava petixî, têkiliyên wê bi welatên Rojavayî re di asteke herî jêr de ne û endametiya Tirkiyeyê li Yekîtiya Ewrûpayê hatiye rawestandin, her roj Tirkiye bi teqînan diheje. Ji bo wê jî di vê manewrayê de nikare encamêkê bi bi dest bixe, nikare bi terorîzekirina doza Kurd bersivê bibe. Yên bi siyaseta Tirkiyeyê bawer dikin, wê di dawî de zirarmendê mezin bin, mînakên firotina grûpên çekdar li Helebê û beşek ji “Muxalefeta Sûrî”, çerxandinên siyaseta Erdogan li hemberî Esed, xemsariya Erdogan dema êrîşa DAIŞ´ê li dijî Hewlêrê ku piştî wê jî serokê dîwana Serokayetiya herêmê, Fuad Hisên got, “Tirkiye hêviya me şikand” û Gerîla bi hawara gel ve çû û parast, dîsan daxûyaniya şêx Mihemed Bin Raşid Almektûm, Rêvebirê Dûbayê li ser tora civakî ya Twitterê dibêjê” mîna dema Osmanî Tirkiye careke din Ereb xapandin, di meseleya Sûriyê de” nîşan dide yên baweriya wan bi siyaseta Dewleta Tirkiyeyê tê, divê dersê ji mînakên dîrokî bigirin. Siyeseta Tirkiyeyê ser ber jêr e û divê ev hêzên Kurd jî xwe ji siyaseta tecawizkar qut bikin, nexwe, ew ê bi xwediyên vê siyasetê re berjêr bigindirin.