Erdogan, hê jî li ser dikê ye û di bin navê „xwarina fitarê“ de siyasetê, biqasî mitingên vekirina wargehên karûbarê ku li holê nînin, siyaseta AKParêziyê  dike. 

Ev siyaset, hem hîle ye, hem jî xurdekarî ye. 

Hîle tê zanîn; lê siyaseta xurdekariyê nû ye. Di lîteratûra Kurdî de heye û ji bo çepelkariyê tê bikaranîn. Di siyaseta Tirkiyê de jî bi AKP’ê dest pê kiriye.

Mînak: Tecrîda li Imralî jî encama şantaj, hîle, dek û dolabên xurdekariyê ye. Dema ku tişt kevin dibin, dibine xurde. Amur û alavên siyaset jî kevin dibin, rê û rêbazên  siyasetê jî kevin dibin. Dibine Xurde. Li Ewropa ev xurdetî, hinekî estetîze kirine û gotine „klasîk“ bi kar tînin.

Binêrin, Rejîma Îranê jî, 2 bira dardekirina, piştî 5 mehan malbata wan agahdar kirine ku zarokên wan dardekirine.

Dewleta Tirk jî, li Bakurê Kurdistanê geh komkujiyan dike û inkar dike; geh çeteyên DAIŞ‘ê xwedî dike inkar dike. 

Di tecrîda li Îmralî de, qanunên xwe û hiquqê gerdûnî bin pê dike, qet deng jî nake. 

Ecdadên Erdogan, bi barbarî û hêzên garanî tên bi nav kirin, lê Erdogan hîna jî li gorîstanên van ecdadan digere. Balkêş e, Erdogan bi suwarî nagere, tenê li hespê derewan suwar dibe û gelên li Tirkiyê teva dixapîne. 

Di  pêvejoya hilbijartinên 7’ê Hezîranê de, miting lidarxistin û derewên ji xwe mezintir dikir: Digot vekirina filan tiştî... “Filan tişt” nebû, lê axaftina wî ya propagendê û êrîşên li dijî HDP’ê hebûn.

Piştî têkçûna 7’ê Hezîranê, niha jî bi rêbazek klasîk ku xurdekarî ye, “fitar”, kiriye rojevê, xwarinê dide çend kesên li dora xwe û car din diaxive. Yanî mitingên vekirinê, kirina xwarina fitarê û bi riya televizyon û medya, propagedeya hilbijartinên nû dike. Hingî Qur’an bû, hina fitar e!... 

Partiya “yekparêz û nijadperest” MHP’e jî, di heman holkê de û ligel Erdogan, xurdekariyê dike. 

Xurdekariya MHP’ê, êrîşa li dijî HDP’ê ye.

Fîgen Yuksekdag jî got, „xerabtîrîn xerabî heye“. 

Ev gotin tê wateya, “eger hilbijartinên nêzî wext çêbibin, AKP’e jî û MHP’e jî, wê xerabtirîn xerab bibin û bibin mîratzadeyên şerxwazên berî xwe.”   

HDP’e çi dike? Daxuyaniyan dide. Gelo daxuyanî, têra bersiva siyaseta hîle û xurdekariyê dike?

Eskerên tirk, serê parlamenter Ferhat Encu şikandin, parlamenterên HDP’e daxuyanî da û car din bang li waliyê Şirnexê û Serdozgeriya Şirnexê kirin ku bi berpirsiyariya xwe rabin.

Vêce: Berpirsiyariya waliyê Şirnexê êrîşa li dijî gundiyên Roboskê û serîşikandina Ferhad Encu ye. Berpirsiyariya serdozger jî, lêpirsîn vekirina li dijî gundiyan û Ferhat Encu ye. 

Divê parlamenterên HDP’e, xwe nexapînin û bi tiştên arzan tevnegerin. 

Ji berdêla ku li baxçeyê parlamento, bendeyî odeyên ji bo wan werin amade kirin, rawestin, bil teva biçin  Roboskê, ligel gundiyan biçin zozanan.

Di demeke ku Emerîka, peymana navbera Tirkiyê û Rusya ya erdgazê kiriye rojevê; girêdana Tirkiyê û rêwîtiya çeteyên DAIŞ‘ê ya sinorê Tirkiyê û Suriye kiriye rojevê; di birifîngên Pentagon de, serketina YPG/YPJ’ê û rizgarkirina Koban û Girê Spî tê axaftin de; di demeke ku Erdogan, ji bo “ihaleya fuzeyan” diçê Çînê, divê parlamenterên HDP’e qiyametê rakin.

Ji aliyekî ve biçin Roboskê, ji wir vegerin biçin Gemlikê; li parlamento de mijarê bikin rojevê. 80 parlamenter dikarin rojeva Tirkiyê serûbinî hev bikin. 

Serketina 7’ê Hezîranê meşrûkirina “defacto”ya Bakurê Kurdistanê ye. 

Eger HDP’e îddîa “aîdiyeta dengên standine dike”, divê desteka navneteweyî ku derketiye holê jî bigire pey xwe û ber bi eniyên nû gavan biavêje. Gava yekemîn jî dive ji bo azadiya Ocalan be. Gava duyemîn jî dive ji bo xweseriya demokratîk ya li bakur û Tirkiyê be.

Divê werê zanîn; sindoqên hilbijartinê jî, meydana duyemîn ya şer û cengê ne. 

Parlamento jî, di heman demê de eniya herî giring ya têkoşîn û cengê ye. Divê Parlamenterên HDP’ê hêza xwe nîşan bidin û siyaseta hile û xurdekariyê, di hukum û hukumraniya qanunî de  têk bibin.