Hewlêrî destnîşan kir ku pêwistî bi siyaseteke demokratîk heye û hişyarî da ku eger bi vî rengî dewam bike wê gelê Kurd ê li Başûrê Kurdistanê her biçe xizan bibe.
Divê konferansa netewî pêk were
Hewlêrî bal kişand ser girîngiya afirandina aboriyeke alternatîf û diyar kir ku di 9. Civata Giştî de biryar dane ku piştgiriyê bidin hêzên alternatîf. Hewlêrî got, "Li Başûrê Kurdistanê siyaseteke demokratîk divê. Eger bi vî rengî dewam bike, wê gelê me wenda bike. Divê em hêzên demokratîk derxînin pêş."
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Hewlêrî bal kişand ser girîngiya konferansa netewî û diyar kir ku divê kongreya netewî bibe navgîna hevpar a civaka Kurd û weha peyivî: "Di warê siyasî, dîplomasî û artêşê de, mixabin ev pêk nehat. Hînê jî ev kongre pêk nehatiye. Rêber Apo di nameyên xwe yên dawî de jî ev konferans pêşniyar kir. Ji serokê hikûmetê Mesûd Barzanî re jî nameyek şand û jê xwest ji bo avakirina yekitiya netewî têkeve nava hewldanan. Lê mixabin naveroka nameyê ji aliyê hin rojnamevanên Nêzî Partî Demokratîk Kurdistan (PDK)'ê ve hat nepixandin û bi xwe hin tişt lê zêde kirin." Hewlerî bibîrxist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah bi salane daxwaza lidarxistina konferansa netewî dike û diyarkir ku tevgera azadiyê ya gelê kurd jî giranî daye vê mijarê. Hewlerî got, "Ji bo konferansa netewî tevgera me bi hemû partî û rêxistinan re di nava têkiliyeke nêz de ye. Weke tevger me ti carî negot ev partî an jî ev tevger biçûk e, em pê re nakevin têkiliyê. Deriyê me ji herkesên bi siyaseta demokratîk re mijûl dibe, vekiriye."
Siyaseteke netewî a hevpar
Hewlêrî da xuyakirin ku wê di demeke kurt de konferansa netewî pêk were û destnîşan kir ku divê li her çar parçeyên Kurdistanê Kurd bibe xwedî polîtîkayeke dîplomasiyê ya hevpar. Hewlêrî got, "Hêzên me yên leşkerî ji hev cûda ne. Ji ber vê yekê, divê rêxistinbûyînek bê avakiirn ku hemû hêzên me yên leşkerî bi hev re cih bigirin. Li hemberî destwerdaneke derve, pêwîst e pergaleke kurdan ya parastinê hebe. Ya herî girîng jî, divê di warê siyasî de navgîneke me ya hevpar hebe. Dibe ku di warê stratejî û taktîkê de em hemfikir nebin. Lê divê em li Rojhilata Navîn gelê Kurd bikin xwedî stratejiyeke hevpar."
DÎLAN ŞEVAL/ROSÎDA MÊRDÎN/ANF/ BEHDÎNAN