
Serokê Yekîtiya Saziyên Kurd ên Sosyal a Navnetewî û yek ji endamê pêşî yê KNK’ê Merab Şamoyev li nexweşxaneya ku lê tedawiya pençeşêrê didît, berê vê sibehê çû ser dilovaniya xwe. Malbat, dost û hevrêyên Şamoyev wê îro li Mala Kurdan a li Moskowayê pêşwaziya serdanên sersaxiyê bikin.
Ev ji 20 salan zêdetir e Şamoyev ê ku di gelek saziyên Kurd de rêveberî kiriye û ji bo azadiya gelê xwe ked daye, herî dawî seroktiya Yekîtiya Saziyên Kurd ên Sosyal a Navnetewî dikir. Şamoyev gelek salan di çarçoveya vî karî de di serî de li Rûsyayê li welatên KDS’ê xebatên girîng bi rê ve birin, di heman demê de ji endamên pêşî yê KNK’ê bû li Federasyona Rûsyayê. Şamoyev ê ku di dîplomasiyê de çalak bû, weke endamê komîteya dîplomasiya KNK’ê ya li Rûsyayê demeke dirêj xebat bi rê ve birin.
Ji KNK’ê peyama sersaxiyê
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî wefata Şamoyev peyameke sersaxiyê weşand. Di peyama KNK’ê de wiha hate gotin: „Mirina Mêrab Şamoyev, ji bo gelê Kurd windahiyek mezin e. Em weke Kongreya Neteweyî a Kurdistanê, ji malbata Şemoyan, Civaka Êzîdî ya li Rusya û tevahiya gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin.
Şemoyev, zêdetir ji 20 salan di saziyên neteweyî yên Kurdan de rêveberî kir, wek endamekî kar û xebat meşandin û bû mînak. Ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê têkoşîn kir, di têkoşîn û daxwaza gelê Kurd de tawîz nedan, bi kar û xebatên xwe de, xwest zincîra dagirkerî, statukoparêzî û dîlgirtinê bişikîne.“
MOSKOW / BRUKSEL