Li navçeya Şiyê ya Kantona Efrînê, bi hezaran Kurd û Ereb li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê meşiyan. Şervanên YPG/YPJ, Hêzên Asayîşê, endamên Hêzên Erka Xweparastinê û rêxistinên civakî yên sivîl jî tevlî meşê bûn. Di meşê de alên YPG/YPJ, HPC, HPC-Jin, TEV-DEM û Kongreya Star hatin hildan.
Meşê li meydana 19'ê Tîrmehê dest pê kir û li kolanên bingehîn ên navçeyê dewam kir.
Li ber avahiya PYD'ê ya navçeyê daxuyaniyek hate dayin. Endamê Meclîsa Şiyê ya TEV-DEM'ê Mihemed Elî daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dewleta Tirk di çarçoveya êrîşên xwe yên dagirkeriyê de li herêma Şehbayê komkujiyê dike û siyaseta guhertina demografiya herêmê dimeşîne. Elî dest nîşan kir, ku şervanên YPG/YPJ'ê wê bersivê bidin her şêwe êrîşên dagirkeriyê.
Tevgera Çand û Huner a Demokratîk a navçeya Cindirêsê jî di çalakiyê de li ser rola ciwanan di nava civakê de û girîngiya beşdariya li nava şoreşê, şanoyek pêşkêş kir.
EFRÎN