Qeymeqamê Bazîdê Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Orhan Dogan a Şaredariya Bazidê girt. Qeymeqamê Bazidê bi hinceta protokola Wezareta Perwerdehiyê ya xalên 42 û 56'an ên makeqanûnê ku dibêje bêyî destûra Wezir nikare xizmet û xebatên perwerdehiyê bidin tev geriya ye kilît li deriyê mala perwerdehiyê xist. Qeymeqamê Bazidê Huseyin Yilmaz nivîs ji Şaredarika Bazîdê re şand û biryar ji şaredariyê re ragihand. Qeymeqam Yilmaz, di nivîsa xwe de diyar kir ku Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Orhan Dogan ku 400 xwendekare we hene ji ber ku protokola di 5'ê çile ya di navbera Şaredarî, Qeyemaqî û Midûriyeta Perwerdehiyê de îmze nekiriye biryara girtinê daye. Şaredara Bazidê Canan Korkmaz anî ziman ku ev bêhiqûqî tenê li dijî BDP'ê pêk tê.
Mamosteya Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Orhan Dogan a Şaredariya Bazîdê Fîlîz Îraz bertek nîşani biryarê da û anî ziman ku ev biryar êrişa li dijî hiqûqê ye. Îraz, anî ziman ku biryar li dijî hiqûqê ye û biryarek keyfî ye û wiha got. "Ev biryarek skandal e. Ev biryar nayê qebûl kirin. Dê li ser xwendekaran tramvayek mezin çêke. Heq û hiqûqa xwendekaran tê binpêkirin."
'Şaredariyên BDP'î hedef in'
Şaredara Bazidê Canan Korkma, jî bertek nîşanî biryara Qeymeqamiyê da û anî ziman ku biryar li dijî hiqûq û mafê mirovan e. Canan anî ziman ku ev bêhiqûqî tenê li dijî BDP'ê pêk tê. Korkmaz, anî ziman ku li Tirkiyeyê gelek şaredarî bi vi rengî xizmetê didin, lê qeyemam tenê ji xizmet û xebatên Şaredariyên BDP'ê re dengê xwe bilind dike û wiha got: "Nêzî 7 salin mala piştgiriyê perwerdehiyê dide xwendekaran. Perwerdehiyê dide xwendekarên aboriya wan nebaş. Divê qeymeqam vê biryarê bi lezgîn betal bike. Ev biryar nayê qebûl kirin. Binpêkirina mafê xwendekaran e.
Biryara girtina mala perwerdehiyê dê sibê bi meş û daxuyaiyek girseyî bê şermezarkirin. Waliyê Êlihê jî der barê mala Perwerdehiyê de biryara girtinê dabû.
DÎHA/AGIRÎ