Helîkopterên artêşa Tirk ên bi tîpa Skorsky, li herêmên Zap û Avaşînê bûn hedefa gerîlayên HPG/YJA Starê.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên li Zap û Avaşînê daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPG´ê got, “Roja 16’ê Mijdarê saet 15:30’î, 2 helîkopterên skorsky ên artêşa TC a dagirker, dema li ser herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê digeriyan, bûn hedefa hêzên me. Ji ber derbên hêzên me, helîkopter neçar man ji herêmê biçin.

17’ê Mijdarê saet 14:30’î, helîkoptereke bi tîpa skosky a artêşa TC a dagirker dema ku li ser qada Mervanûs a herêma Avaşînê digeriya, bû hedefa hêzên me. Helîkopter neçar ma ji herêmê biçe.”

2 gerîla bûn cangorî

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin, li herêma Zapê ji ber bomberdûmana balafirên şer, 2 gerîla şehîd bûne û ev agahî li ser mijarê hate dayin: “11’ê Mijdarê, balafirên şer ên artêşa TC a dagirker herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kir. Ji ber bomberdûmanê hevalên me Andok û Agir şehîd bûn.

HPG´ê ji bo herdu cangoriyan got, “Bi eşqa xwe ya Rêbertî û Kurdistana azad bi rengekî qewîn têkoşiyan. Bila serê malbatên hêja yên hevrêyên me Agir û Andok, serê gelê Gimgimê yê welatparêz û tevahiya gelê Kurdistanê sax be. Di şexsê şehîdên me yên leheng de ku pêşengên têkoşîna me ne, em soz didin ku em ê bîranîna şehîdên xwe bi ser bixînin.”

HPG´ê nasnameyan herdu cangoriyan jî wiha eşkere kir: Agir Varto (Diyar Ozturk) ê li Mûşê ji dayik bûyî û Andok Êrîş (Nûrûllah Yaşar) ê li Mûşê ji dayik bûyî.

 

ANF / BEHDÎNAN