
Du berhemên nivîskarê Kurd Helîm Yûsiv ji Kurmancî bo Soranî hatin wergerandin. Romana Sobarto û çîrokên Jinên Qatên Bilind ji aliyê Wirya Xefûrî û Ferhad Çomanî ve hatin wergerandin û ji alî Weşanxaneya Endêşe tên çapkirin.
Romana Sobarto yekemên romana Helîm Yûsiv bû ku sala 1999´an li Stenbolê ji alî Weşanxaneya Avesta ve hatibû çapkirin û di heman salê de bi Erebî li Beyrûtê jî keysa çapî dîtibû.
Duyemîn berhema Helîm Yûsiv ku bo Soranî hat wergerandin, pirtûka bi navê “Jinên Qatên Bilind” e ku ji rêzeçîrokan pêk tê.
Ev rêzeçîroka nivîskar jî yekemîn car di sala 1995´ê li Beyrûtê bi zimanê Erebî hatibû çapkirin, paşî di sala 1998´ê li Stenbolê bi Kurdî derketiye derketibû.
Par jî wergerê kurd Selahadîn Bayazedî romana bi navê “Dema Masî Tî Dibin” a Helîm Yûsiv wergerandibû soranî, ev bû yekemîn derî ji bo xwendevanên Başûrê Kurdistanê ku bi awayekî berfireh cîhana Helîm Yûsiv nas bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN