Di demsalên zivistanan de di her malekê de sobeyek hebû. Malbatên ku rewşa wan baş sobeyên komerê bikar dianîn. Malbatên ku rewşa wan nebaş jî sobeyên êzîng, sergîn û pelaş bikar dîanîn. Ji ber ku sobe zêde dihat bikaranîn, sobekarî jî pêş ketibû. Li her bajarekî û navçeyekê gelek dikan û atolyeyên sobekariyê hebûn. Lê piştî teknolojî pêş ket û pergala kalorîferê û gaza xwezayê ava bû, êdî hêdî hêdî kar û pîşeyê sobekariyê ket bin siya dîrokê. Pîşeyê ku bi kedek mezin û wesatanekê bi rûh dibû, êdî hêdî hêdî tune dibe. Berê di her atolyeyek sobeyan de li gel ostayekî bi dehan çirax dixebitîn. Lê niha ne atolye, ne osta û ne jî çirax mane. Li Amedê tenê atolyeyek sobekariyê maye û pîşeyê sedan salan li ser piyan dihêle.
Sinhetkarê bi navê Ramazan Mungan ku 40 sal in pîşeya sobekariyê dike û ev pîşe ji bavê xwe dewir girtiye, anî ziman ku piştî pergala kaloriferên bi komer û gaza xwezayî pêş ket, êdî ev pîşeyê sobekariyê mir. Mungan, bilêv kir ku heta 20 sal berê herî zêde welatiyên gundî dihatin sone dikirîn, lê piştî ku teklonojî pêş ket û li gundan jî sobeyên ceyranê û klîma pêş ketin li êdî gundî jî sobeyan bikar nînin.

Sobekarê bi navê Egnîn Înce yê 21 salî ku li cem osta Ramazan Mungan, dixebite jî bibîrxist ku wî 3 pêçiyên xwe bi makîneya piresê jê kir û 3 pêçiyên wî tune ne. Înçe, da zanîn ku ji bo ev pîşe têk neçe dê xebata xwe berdewam bike.

AMED