
Akademiya Çand û Huner a Şehîd Sefkan a Tev-Çandê malovaniya koma şanoyê ‘Şanoya Çiya’ jî dike. Komê ji nivîskarên mezin ên trajedyayê Sofoklos ji bo adaptasyona li Kurdistana salên 1900´î şano-nivîsa wî ya bi navê Antigonê wergirt. Şanoya Çiya ev trajedya bi navê Kurdistanê li dika serê çiyayên Kurdistanê adapte kir û li pêşberî gerîlayên azadiya Kurdistanê jî ew pêşan da. Bi derhêneriya Ekîn Ronî, Şanoya Çiya adaptasyona xwe spart wergera Kurde Tavya.
Êrîşên hewayî bi huner nikarin
Lîstik heta niha li Qadên Parastina Medyayê yên rastî êrîşên dijwar ên hewayî tên, di nava meha Îlonê de du caran hat pêşandan. Gerîlayan adaptasyona li Kurdistana 1900´î ya ya trajedayaya Antigonê gelekî eciband û her du caran jî li ser piyan ji şanogeran re li çepigan da. Lîstik qederê saetekê dewam dike û di nava vê saetê de bi bikaranîna hêmanên trajedyayê gerîla gelekî hestyar kirin. Herçî şanogerên Şanoya Çiya ne, ew jî ser bilind in bi wê yekê ku dikarîn di rewşa şer de li çiyayan şanoyê bikin û gerîlayan bi şanoyê re bînin gel hev.
Trajedyaya berxwedanê
Sofokles bi lîstika Antigone di nava şanogeriya bi metn de weke kesê yekem ê ku trajedyaya berxwedanê amadekirî tê nasîn. Di adaptasyona lîstikê ya Kurdistanê de pêşnegiya Têkoşîna Rizgariya Jinê, teşhîrkirina sîstema baviksalar, welatparêzî û civakî derketine pêş. Di lîstikê de peyama dibêje, qanûnên civakê û azadiyê jin yên rejîm û sîstemên heyî mayîndetir û heqîqîtir in. Lîstik vê dema li pêşiya me wê dîsa ji bo gerîlayan bê lîstin.
Di navbera Civak û Dewletê de Antigone û Sofokles

Antigone yek ji trajedyayên serdema antîk a yewnan ku nivîskarê wê helbestvanê navdar ê Yewnan Sofokles e. Melikê Tebenê, Kreon qedexe dike ku cenazeyê Polîneykes bê veşartin ji ber ku wî li dijî (dewlet-)bajêr şer kiriye. Antigone ku xwîşka Polîneykes e, vê qedexeyê binpê dike; weke ceza Kreon wê zindî di nava dîwarên lêkirî de vedişêre. Ev yek bi xwe re rêze-xwekuştinan tîne: Antigone xwe dikuje, destgirtiyê wê Haymon ku kurê Kreon bi xwe ye, xwe dikuje û herî dawî Oyrîdike ango jina Kreon û dayika Haymon jî xwe dikuje. Ev lîstik muhtemelen cara pêşî li Atînayê sala 442´yan beriya mîladê hatiye lîstin û ew beşek ji trajedyaya Sofokles a bi navê Trîlojiya Tebanê navdar a ku ji bilî Antigone, Melik Odipus û Odipusê li Kolonos jî beşên wê ne.
Li gorî agahiyên ji serdema antîk, Sofokles lîstika xwe ya şanoyê bi rengê trajedyayê nivîsiye weke reaksiyoneke li dijî ji Atînayê sirgûnkirina Temîstokles ku bi xwe qehremanê şerê deryayî yê Salamîsê ye. Di berhema xwe de Sofokles berxwedan, yan jî li berrabûna nîzama dewletê bi rengekî ku aliyê serhildêr di warê exlaqî de heq û mafdar be.
Di lîstikê de Kreon desthilatdarê mutleq e. Haymon temsîla desthilatdariya gel e û desthilata bavê xwe red dike. Kreon bi xwe nîzama dewletê û qanûnên wê weke yekane rêya refaha temamê civakê dibîne. Ji bo wê ya muhim ew e ku qanûn lê bin û bi cih bên.
Sofokles di lîstikê de wekî din miamele dike bi fikra sîstema nirxan a ebedî beramberî siyaseta rojane a temen-kurt re. Li vir ew nîşan dide ku newala di navbera wan de biqasî ku ti pirr li ser wan nikaribe avakirin, ji hev dûr in. Bi her halî di lîstikê de pirr eşkere ye ka Sofokles aliyê kîjanê digire: ya dînî-exlaqî di şexsê Antigone bi xwe de.
Çend hizrên li ser adaptasyonê
Antigone yek ji wan trajedyayên antîk ên Yewnan e ku piştî ronesansê herî zêde wergera wê û adaptasyonên wê hatin kirin. Ji ber ku di mijara wê de tu nakokiyên sereke yên civakî weke nîzama dewletê beramberî exlaq û nirxên civakî û li aliyê din jî desthilatdariya mutleq a dewletê beramberî hukmekî gelî hene.
Nîzama dewletê û hişkiya wê ya pêkanîna qanûnan xwe di qedexekirina veşartina cenazeyekê de dide der. Di trajedyayê de ev yek aliyê herî zehmet e. Cenazeyek ji teyr û tilûran re, ji heywanên çolê re tê hiştin. Piştî ku ev qanûn ji aliyê Antigone de tê binpêkirin, vê carê dewlet xwe bi rengê Melik Kreon weke qanûna bivênevê divê pêk bê dide der û dibe sedem ku Melik Kreon jî di dawiyê de di encama derbên felekê, li rastiya hukmê exlaqî vegere. Bi her halî adaptasyonên Antigonê timî dikarîn vê nakokiya di navbera dewlet û civakê de li serdemên xwe bînin. Şanoya Çiya jî bi adaptasyona wê ya bi navê Kurdistanê ev kiriye. Lê bel ez ji xwe dipirsim, gelo li Bakurê Kurdistanê jî Şanoyek dikare xwe bide ber adaptasyoneke wê: li bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê di dema berxwedana xwerêveberiyê de gelek bûyerên nekarîna veşartina cenazeyan derketin holê. Dayika Taybet a ku cenazeya wê bi rojan li ber çavên zarokên wê li hewşa mala wan ma, yan jî Cemîle Çagirga ya ku cenazeyê wê 10 rojan di sarincekê de hat veşartin.
Berhemeke hunerî dikare hezar salan zindî, rojane û tesîrker be heger karibe ji nava rastiya civaka xwe bide der.
BEHDÎNAN