PKK: Di şexsê Rêber Apo û gelê Kurd de dîktatoriya qirrker-faşîst a Erdogan û Bahçelî ya ku zilm û qirrkirinê dike wê di nava xwîna rijandî de bifetise.

Komîteya Rêveber a PKK’ê, di daxuyaniya têkildarî salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê de, nirxandinên girîng kirin. PKK’ê peyama, “Dawiya faşîzma AKP-MHP’ê nêz bûye, wê di xwîna rijandî de bifetisin” da.

Komîteya Rêveber a PKK’ê di daxuyaniya xwe de, salvegera 20’an a Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, mijarên li rojevê û têkoşîna pêvajoya li pêşiya wan nirxand.

PKK’ê got, “Faşîzma AKP-MHP’ê dixwaze bi liv û lebatên xwe yên dawî komployê bidomîne” û destnîşan kir ku ew ê komploya 9’ê Cotmehê wê di sala 21’an de têk bibin.

Di daxuyaniyê de PKK’ê hêzên komloger “bi nefreta şoreşgerî” şermezar kir, kesên li dor Ocalan bûn xelek û nexasim şehêdên dozê bi minet bi bîr anîn, û got, “Di heman demê de em di şexsê Delal Amed, Zekî Şengalî û Atakan Mahîr de hemû şehîdan bi bîr tînin û em soza xwe dubare dikin ku heta ku Rêber Apo were azadkirin em ê bi biryardariya serfiraziyê têkoşîna xwe bidomînin.”

Gelê Kurd komplo parçe kir

PKK´ê bi bîr xist ku komploya ku ev 20 sal in hovane dewam dike, bi pêşengiya DYE, Ingilîstan û Îsraîlê hatiye plankirin û bal kişand ser van xisûsan: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bîst salan de li girtîgeha Îmraliyê rastî tecrîd û pêkutiyeke mezin hat. Di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd, ciwanên Kurd û jinên Kurd hatine tecrîdkirin. Lê ev hewldan û êrişa hovane ya hêzên modernîteya kapîtalîst, ev bîst sal in ku negihiştiye armanca xwe. Gelê Kurdistanê bi têkoşîna xwe ya destanwarî komploya navneteweyî parçe kir û hêviya xwe ya azadiyê xurttir kir.

Dewleta Tirk û hikûmeta AKP-MHP’ê bi qetlîamên hovane hewl didin komploya navneteweyî bidomînin û hewl didin destketiyên têkoşîna Rêber Apo û PKK’ê bi dest xistine, tasfiye bike. Êrişên xwe hovane kirine û hewl didin li Bakurê Kurdistanê û şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tine bikin. Di heman demê de Cizîr û Sûr jî tê de hewl didin li Bakurê Kurdistanê qirrkirinê bikin û bi hewldanên guherandina demografiya Efrînê re, gefên wan ên li ser Rojava, Minbic û Dêrikê jî tên zanîn.

Em nêzî azadiyê ne

Faşîzma AKP û MHP’ê her roj li dijî gerîlayan êrişan dike. Lê gerîlayên azadiya Kurdistanê van êrişan bi berxwedana xwe dişkînin û tola êrişên li Kurdistanê dihilînin. Çalakiya Êlihê ya ku ji komploya 20 salan re bersiveke xurt e diyar dike ku faşîzma Tirkiyeyê nikare encaman bistîne û  têkoşîna me ya azadiyê nêzî serfiraziyê ye. Li ser vî esasî, em di şexsê çalakiya Êlihê de berxwedana gerîlayên qehreman pîroz dikin û em bawer dikin ku ew ê gerîlayên têkoşer her dem bi ser bikevin.

Berxwedana Îmraliyê ya herî manedar e

Bê şik û guman Rêber Abdullah Ocalan ev 20 sal in li Zindana Îmraliyê berxwedaneke bi biryardarî dike, bûye berxwedaneke herî birûmet û bi wate ya ku dîrok lê şahidiyê dike. Ev rastiyek û heqîqetek e ku ti carî dev jê neyê berdan. Ev berxwedanek e ku pêşiya gelê Kurd û gelên herêmê ronî dike.

Komploya Navneteweyî ya dikeve sala 21’an di heman demê de tecrîda giran a li ser Rêberê Abdullah Ocalan di koka xwe de wateya êriş û zextên li ser Kurdistan, gelên Rojhilata Navîn, hemû kedkar, jin û ciwanan e. Ji ber ku Rêber Apo li dijî mêhtingeriya Tirk û hemû êrişên modernîteya kapitalîst alternatîfa jiyaneke nû ya azad derxist û bi pêş xist. Rastiya çareseriyê ya xwe dispêre azadiya jinê, avakirina neteweya demokratîk û civaka ekolojîk, her roja çû ji aliyê gelê Kurdistanê, Tirkiye û herêmê ve hatiye fêmkirin û pratîkkirin. Heger ku hêzên modernîteya kapitalîst li dijî rejîma tecrîd û êşkenceya li Îmraliyê bêdeng in, heger CPT û DMME’yê qanûnên bi xwe çêkirîn binpê dikin, li vir ew tam li dijî bingeha têgîna modernîteya demokratîk a li dijî modernîteya kapitalîst bipêşxitî û pratîka wê ne. Jiyana azad wê bibe para yên ku li ser bingehê modernîteya demokratîk têdikoşin be.

Di nav xwîna wan rijandî de wê bifetisin

Çawa ku di dîrokê de yên zilm kirin, yên xwîn rijandin di nava xwîna rijandî de fetisîn, di şexsê Rêber Apo û gelê Kurd de dîktatoriya qirrker-faşîst a Erdogan û Bahçelî ya ku zilm û qirrkirinê dike wê di nava xwîna rijandî de bifetise.  Berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistan û gel ya bi lehengî bipêşxistî, ji niha ve mêhtingeriya faşîst a AKP-MHP’ê rê li ber krîzeke kûr û hilweşandinê ve biriye. Li ser vî bingehî, dawiya mêhtingeriya faşîst AKP-MHP’ê hatiye. Ev jî tê wê wateyê ku Tevgera Azadiyê ya me û gelê me ji her demê zêdetir nêzî azadî û serfiraziyê bûne.

Em bi hêvî ne

Em bi wê hêvî û baweriyê ne ku bi vê sekin û têkoşînê komploya naventeweyî em ê hilweşînin. Li ser vî bingehî em careke din hêzên komploger lenet dikin, şehîdên xwe yên leheng bi minet bi bîr tînin, di serî de bang li jinan, ciwan û hemû gelê xwe û dostên wan dikin ku bi awayekî xurt beşdarî çalakiyên protesto û şermezarkirinê yên 9’ê Cotmehê bibin, dîsa beşdariyeke xurt ji bo çalakî û kampanyayên ji 9’ê Cotmehê heta 15’ê Sibatê bên kirin, xurtir bikin, sala 21’an bi têkoşînê komployê hilweşînin.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 
 

Kurdistan wê azad bibe

     

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo salvegera Komploya 9’ê Cotmehê daxuyanî da, kesên di berxwedana ‘Hûn Nikarin Roja me Tarî Bikin’ de şehîd bûn, bi bîr anî û got, ‘Komploger wê têk biçin û Kurdistan azad bibe’.

KCK got, “Desthilata AKP-MHP’ê weke sala 1998’an bi xwe spartina ser hêzên derve, bi desteka siyasî, eskerî û aborî ya ku ji wan distîne dixwaze ji vê rewşê derkeve. Ew a ku DMME’yê xwe kerr kir li tecrîda giran a li Imraliyê û zext û êşkenceya li wir, desteka Elmanyayê ya li desthilata faşîst, desteka DYE’yê ya li Idlibê ya li vê desthilatê û pê re hewldana ku wê li ser piyan bihêlin, weke sala 1998’an hewldana wê ye ku dewleta Tirk ji hilweşandinê xilas bikin. Lê hêz û tecrûbeya Tevgera Azadiyê ya me û hişmendiya gelê me û vîna wê ya azadiyê, xwedî wê hêzê ye ku dikare van êrişên komploya nû pûç bike.

Banga têkoşîna pirhêlî kir

Tecrîda giran a li ser Rêber Apo, zexta zêde ya li ser gelê me, gelên me û hemû hêzên demokrasiyê, êrişên li ser Tevgera Azadiyê ya me, bi rengê komployeke nû tê rêvebirin.

Bi vê çarçoveyê, em bang li ciwan, jin û hemû gelê Kurd dikin ku li dora helwêsta Rêber Apo bicivin û têkoşînê geş bikin, azadiya gelê Kurd û Rêber Apo pêk bînin.

Bi berxwedana gelê me û hêzên demokrasiyê, faşîzma  AKP-MHP’ê û hemû komplogeran wê were têkbirin, bi azadiya Rêber Apo re, Tirkiye wê demokratîk bibe û Kurdistan azad bibe.”