Navenda Şopdarên Rojê îro pêşangeha xwe ya wêneyên li bajarê Hesekê vekir. Doh di saet 10:00`an de deriyên pêşangehê hatin vekirin. Pêşangeh li Navenda Çand û Huner a taxa Miftî ya bajarê Hesekê hate lidarxistin.
Deriyê pêşangehê ji aliyê malbatên şehîdan ên bajarê Hesekê ve hate vekirin. Bi sedan şêniyên bajêr berê xwe dan pêşangehê.
Endama Navenda Şopdarên Rojê Reşo Kasan diyar kir ku wan hewl da ku di pêşangeha xwe de rastiya şervana di eniyên şer de û pêşketinên wan derxînin.
Kasan diyar kir ku di her wêneyî de çîroka keda zarokên herêmê di hemû aliyên jiyanê de heye.
Li bajarên din jî wê vebe
Hêjaye bibîrxistinê ye ku Navendê pêşangeha xwe li piraniya bajarên herêma Cizîrê lidar xist û dê li hemû bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşangeh were lidarxistin.
HESEKÊ