Lêkolîneran delîlên wê yekê dîtin ku nîşan didin beriya bi 90 milyon salî, nêzî qutba başûr a dinyaya me daristanên baranê hebûn, ev jî dike ku ew bifikirin, hingê avhewa bi awayekî ne asayî germ bûye. Komeke lêkolîneran a ji Ingilîstan û Elmanyayê di nava erda 900 kîlometroyî nêzî qutba başûr de ev delîl peyda kirine.
Înstîtuya Alfred Wegener Navenda Helmholtz Centre ji bo Lêkolîna Qutban û Deryayê ya li Elmanyayê û Imperial College a li Londonê bi hev re lêkolîn kiriye. Encamên lêkolînê, îro di kovara Nature de hatin weşandin.
Professor Tina van de Flierdt hevnivîskarê gotarê ye û ew dibêje, “Mana şopên vê daristana 90 milyon salî tiştekî îstîsnayî ye, lê belê ya ku bêhtir mirovan ecêbmayî bihêle, ew dinyaya ye ku ew bi me dide nîşan. Yanî di mehên tariyê de jî di germahiyeke kêm de jî daristanên baranê dikarîn nêzî qutba başûr çêbin, mezin bibin, ev jî nîşan dide ku hewaya hingê ji ya em li bendê jî germtir bû. "
Li gorî vê lêkolînê, divê rêjeya CO2 jî di nava hewaya dinyaya me de hingê, yanî di serdema Kretasiyûs a Navîn de ji 115-80 milyon sal beriya roja me ya îro zêdetir bûye. NAVENDA NÛÇEYAN