Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, rojevên ku mora xwe li sala 2013'an de xist nirxand. Bayik bibîr xist ku di salên 2011-2012'an de di navbera dewleta Tirk û PKK'ê de şerê herî dijwar ê dîrokê hat jiyîn û destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rewşa zehmet a hikûmetê dît û bi pêngaveke mezin a siyasî re dest bi sala 2013'an kir.


Şerê herî giran

Bayik bal kişand ser hevdîtinên Oslo û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê hingî ji bo çareseriyê ti gav nediavêt û di ser re hem AKP'yiyan hem jî derdorên nêzî Fethûllahiyan behsa modela Srî Lankayê dikirin. Bayik wiha got, "Digotin Tevgera Azadiyê ya Kurd dikare bi vî rengî bê tasfiye kirin. Di rewşeke bi vî rengî de êrîşên xwe hem ji hewayî hem ji bejahî zêde kirin. Van êrîşan di payiza 2011'an de destpê kir û heta payiza 2012'an dewam kir. Pevçûnên herî dijwar ên dîrokê hatin jiyîn. Gerîla, artêş xist rewşeke welê ku nikaribe xwe ji qereqolê derxîne.

Şoreşa Rojava çêbû
Bayik destnîşankir ku li Rojava pêngaveke mezin a şoreşê derket holê û wiha dewam kir: "Di 19'ê Tîrmeha 2012'an de li Rojava gelek bajar bi dest ketin. Kurd hatin wê radeyê ku xwe birêve bibin. Dewleta Tirk bi bikaranîna hin hêzên çete re xwest pêşî li şoreşa Rojava bigire. PDK'ê jî polîtîkaya dorpêçkirina Rojava meşand. Di vê rewşê de hêzên şoreşger ên Rojava, polîtîkayên tinekirinê yên AKP û PDK'ê yên li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd, pûç kirin."

Pêngava Rêber Apo

Bayik da xuyakirin ku vê atmosferê rewşeke welê danî pêşiya AKP'ê ku eger di sala 2013'an de jî mîna sala 2012'an bimeşe, dê nikaribe li ser desthilatdariyê bimîne, lewma di nuqteyeke krîtîk a rojiya mirinê de hikûmetê heyet şand Îmraliyê û di vê encamê de rojiya mirinê hat bidawîkirin. Bayik got, rêbertiya me rewşa tengav a hikûmeta Tirk dît û di çarçoveya van hemû pêşketinan de dest bi pêngava siyasî kir û li ser bingeha demokratîkbûyîna Tirkiyê xwest, zorê bide dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê.

Mûzakere çênebûye

Cemîl Bayik destnîşan kir ku di hevdîtinên bi AKP'ê yan jî heyetan ên li Îmraliyê re ti projeyek li ser lihevkirin çê bûye nîne û got, bes nêzîkatiyeke hevpar derketiye holê ku bi gavavêtinê re dê ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd rewşeke erênî derxîne holê. Rêber Apo di vê çarçoveyê de ji bo pênava siyasî girîng dîtiye ku rewşeke bê şer ava bike, bi vî rengî gav bi gav hêzên gerîla derxîne derveyî sînorên Tirkiyê. Ev yek ne tenê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demorkatîkbûyîna Tirkiyê, bi perspektîfa çareseriya Rojhilata Navîn û çareseriya pirsgirêka Kurd nirxandiye."
Bayik da xuyakirin ku bi destpêkirina sala 2013'an de komkujiya Parîsê di nava atmosfereke nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd de rê li ber şoqek mezin vekiriye û got, "Komkujiya Parîsê, weke parçeyek ji biryara tinekirina rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd pêk hat. Xwestin bi Tevgera Azadiyê ya Kurd re travmayekê bidin jiyîn. Ev biryar nû nehatiye girtin. Dibe ku beriya çend salan hatiye girtin. Ji ber ku şopandineke demdirêj çê bû. Diyare ku piştî Rêber Apo dest bi pêvajoyê kir, ev biryar hat rawestandin. Ji wergirtina vê biryarê haya dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê heye. Ji ber ku wan jî dixwestin tevgera azadiyê ya Kurd tine bikin. Lê bi taybetî çapemeniya Fehtûllahiyan ev mijar gelekî dinirxand. Hewl didan atmosfera pîskolojîk û rewşa siyasî ya vê yekê biafirînin."

Şopa Fethullahiyan dixuye
Bayik anî ziman ku rêxistina Fetûllahî di dewleta paralel de bi zêdehî cih girtiye ji ber vê yekê jî, bi îthimaleke mezin wan roleke esasî di komkujiya Parîsê de lîstine. Bayik wiha got; "Fetûllahî di nava polîsan de bi xurt in. Tevî ku di nava îstîxbarata emniyetê de xwedî bandor e jî, di heman demê de xwedî yekîneyên serbixwe yên îstîxbaratî ne. Li Kurdistanê MÎT heye, Îstîxbarata Emniyetê heye, xebateke îstîxbaratê ya fetûllahiyan bi xwe rêxistin kiriye heye. Dewleta paralel ku di navenda wê de fetûllahî hene, tevî ku li Kurdistanê bi bandor e, li bajarên mezin ên Tirkiyeyê jî xwedî bandoriyekê ne."

ANF/BEHDÎNAN