Hemîn Goktepeyî ku di 28’emîn salvegera kîmyabarana gundê Goktepe yê girêdayê Silêmaniyê de pêşangeha wêneyan vekir, têkildarî pêşengehê got; “Ger hûn li wêneyan yek bi yek binêrin, wêne meramê xwe bi xwe jî tîne ser ziman.”

Operasyona Enfal, pêngava Enfalê yan jî qirkirina Kurdan ku li Iraqê ji aliyê rejîma Sedam Husên ve dihat meşandin û serkêşiya wê Elî Hesen el Macîd dikir, operasyonek bû ku hedefa vê qirkirina Kurdan bû. Rejîma Baas li Başûrê Kurdistanê li hemberî sivîlan di salên 1987 û 1989’an de çend rêze êrîş pêk anîn. Operasyon bi taybetî di sala 1988’an de zêde bû. Serkêşa van hemû operasyonên  ji bejahî û hewayî ve, Elî el Mecîd ‘Eliyê Kîmyayî’ dikir. Her weha di operasyonê de li gel Kurdan, Sûryanî, Tirkmenên Iraqê jî hedef girtin. Li gorî daneyan di vê operasyonê de yên ku hatin qetilkirin, an jî careke din xeber ji wan nehat girtin hejmara wan derdora 182 hezaran e. Yek ji şahidên vê komkujiyê Hemin Goktepeyî û gundê wî Goktepe ye.

 

Bîr û mejû zîndî hiştin

Gundê Goktepe yê girêdayî bajarê Silêmaniyê yek ji ev cihî ye ku di Enfalê de herî zêde windahî daye. Hemîn Gokpeteyî hewl da vê dema trajedîk di bîr mejûya gel de zindi bigire. Bi wesîleya îsal heman rojê pêşangehek seyar a wêneyan vekir. Pêşangeh ji beşên dema komkujiyê, yên di kommkujiyê de xizmên xwe winda kirine û zarokên bê xedî mane pêk tê. 

Goktepeyî der barê wateya wêneyan de weha peyivî: “Di salvegera 28’emîn a kîmyabarana gundê Goktepeyê de, min hin wêne amade kirin. Li gundê Goktepe, yên li Celemordî bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin û kesên şehîd bûn, wêneyê wan hene. Di beşeke din a pêşangehê de wêneyên dramaya kesên di vê komkujiyê de xizmên xwe ji dest dayî, heye. Ger hûn yek bi yek li wêneyan binêrin, ew xwe bi xwe ji vegotina me zêdetir tînin ser ziman. Di nava van de wêneyê jinekê heye. Dema min ev wêne girtin, ez xemgîn bûm." 


‘Civaka xwe ne firoşin’

Hêmin Goktepeyî got, divê nifşê niha bûyerên di Enfalê de rû dane ji bîr neke û erka xwe ya li hemberî civakê pêk bîne. Goktepeyî weha axivî: “Têkildarî heman tiştên rû dayî, em çûn şanoya ‘Civaka xwe nefiroşin’ ya ku bi boneya salvegera kîmyabarana Goktepe hat pêşkêşkirin. Çalakiyên weha ji bo desthilatdar û yên enfal kirin, peyam in û civakê şiyar dikin. Bi vî awayî qurbaniyên Enfalê jî tên bibîranîn.”




SÎA SÎDAR/SILÊMANÎ