Şopên şairekî rohnîker
RÊNAS REMO / KADAR ÎBRAHÎM
ANHA / QAMIŞLO
Helbestvanê Kurd ê nemir Cegerxwîn (Şêxmûs Hesen) sala 1903‘a li gundê Hesarê yê ser bi Kercosê ji dayik dibe, di helbesta Kurmanciyê de dibe hîmekî sereke. Di jiyana xwe ya li Rojavayê Kurdistanê hem weke şair û hem jî weke siyasetvan tesîreke mezin li xelkê kiriye.
Şêniyên gundê Til Şeîr ên ku bi Seydayê Cegerxwîn re jiyane, dibêjin, Cegerxwîn bandoreke erênî li wan kiriye.
Dayika bi navê Sekîna Hecî Silêman Yûsif dibêje, “Cegerxwîn sala 1974‘an 3 mehan li mala me ma, dema xwe bi nivisandinê derbas dikir, rojê tenê saetekê yan du saetan xew dikir.”
Erka hişyarkirina civakê
Diyaloga li ser mijarê wiha li bîra Sekîna maye: “Dema min sedema kêm xewê ji Cegerxwîn pirsî got; keça min hûn jin bi şev û roj dixebitin lê mixabin civak wekî kole jinan hesab dike, ez ê hewl bidim bi helbestên xwe gelê Kurd hişyar bikin, erka min di jiyanê de ev e.”
Sekîna Hecî Silêman tîne bîra xwe ku Seydayê Cegerxwîn semîner ji jinên li Qamişlo re organize dikirin, da ku wan ji desthiltdariya mêrê serdest hişyar bike, lê civakê ev yek red dikir û Cegerxwîn tawanbar dikir.
Zengilê mutewazî
Seydayê Cegerxwîn li vî gundî, pirraniya dema xwe li mala Dara Yûsif Ebdê yê helbestvan û sazvanê helbestên Cegerxwîn, derbas dikir. Dara diyar dike ku Cegerxwîn bi helbest û axaftinên xwe şerê kevneşopiyên eşîrtî, zilma axayan û rêbazên şaş ên mirovên diyanetê dikir.
Cemal Mehmûd Osê 68 salî ye, ji gundê Til Şeîr e, Osê bi Yûsif Ebdî re bi bandor dibe û jê fêr dibe ku helbestên Cegerxwîn saz bike.
Cemal Osê dibêje: “Cegerxwîn bandoreke mezin li min kir. Lê Cegerxwîn digot, wî bi helbestê xwe nedikarî gelê Kurd hişyar bike, her wiha digot ku ew zingilekî biçûk e li hemberî naqosa mezin Ehmedê Xanê.”
Seydayê Cegerxwîn 22‘ê Cotmeha 1984‘an li Stokhomê wefat dike, cenazeyê wî bi merasîmeke mezin li hewşa mala wî ya li Qamişloyê tê veşartin.