Tevgera Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND) bi daxuyaniyekê ji malbata Hunermendê kurd Hozan Dilgeş  ku demeke dirêj bû li derveyî welat tedawî didît, berî çend rojan çûbû ser dilovaniya xwe re sersaxî xwest û aşkera kir ku ew dê rêya mamosteyê xwe bişopînin. Di daxuyaniya ji hêla komeke ciwanên kurd ve hat dayîn de ev tişt hat gotin: “Em sersaxiyê ji malbata hunermend û helbestvan Dilgeş û tevahiya gelê kurd re dixwazin. Hunermend Dilgeş bi hemû derfetên xwe ji bo serkeftina çand û hunera kurdî tê koşiya. Em ê di xebatên xwe yên hunerî de, stranên wî esas bigirin. Em soz didin ku em dê rêya hunermend Dilgeş bişopînin û xwedî li armancên wî derkevin.” n DIRBESIYÊ