Dêra li gundê Soredêrê ya di sedsalên 7-9’emîn de ji aliyê Ermeniyan ve hatiye avakirin, hildiweşe û nema ku tine bibe. Dêra Soredêrê ji aliyê gencînegeran ve tê hilweşandin û rûxandin. Welatiyan got, Şaredariya DBP’î plan kiribû ku dêrê restore bike, lê qeyûmî ev plan betal kir. 
Dêra Soredêr a li taxa Soredêr a Elbaka Wanê ji bo Ezîz (Xas) Ejmiacin hatiye çêkirin ji aliyê qaçaxçî û defînegeran ve hatiye dagirkirin. Dêr hatiye texrîbkirin û ji ber bêxwedîtiyê her hildiweşe. Gundiyan diyar kir ku ji bo dêra navê xwe ji gund digire bê restorekirin, bi dehan caran bang li rayedaran kirine lê her tim bersiva “Ger we mizgeft bixwestaya, me dê yek çêkiriba” girtine.



‘Tûrîst wê bên’


Gundiyê bi navê Ubeyîd Karaboga cîranê dêrê ye û dibêje, ji bo dêr bê restorekirin bi dehan caran bang li rayedaran kirine û wiha dipeyive: “Ger dêr bê restorekirin ez ê lê binihêrim. Em dixwazin dêr bê restorekirin. Tûrîst tên vir û li dêrê digerin, hundirê dêrê gelek qirêj e. Ger bê restorekirin dê gelek turîst bên û dê sûda wê ji me re hebe.” 


DÎHABER / WAN