3’yemîn Mîhrîcana Şanoya Amedê bi şîara “Em şanoya civaka demokratîk bi hev re biafirînin” di 15’ê Mijdarê de li Amedê dest pê kir û şanogerên ji her çar parçeyên Kurdistanê tevlî mîhrîcanê bûn. Derhênerê lîstika “Tabloyek ji mazotê” Helkewt Îdrîs, ji bajarê Başûrê Kurdistanê Dihokê hatiye û tevlî mîhrîcanê bûye. 

Îdrîs destnîşan kir ku baweriya wî bi şanoya germ heye, şanoya germ sitîlek a şanoyê ye ku bûyerên roja îro dike mijara xwe. Îdrîs da zanîn ku niha pirsgirêka yekgirtinê ya gelê Kurd heye û wiha pê de çû: “Gelê Kurd hem bi xwe re hem jî bi dijminê xwe re di nava şer de ye. Ev yek ji bo min paradoksek e. Lewma min pirsgirêka gelê Kurd kir mijara şanoya xwe.” 


Şahidiya zilmê kirin

Îdrîs anî ziman ku li Amedê pêşandana şanoyê ji bo wî pir girîng e û got ku Amed hem di aliyê çandî û hem jî di aliyê berxwedanê de bajarek mînak e û wiha derbirî: “Hesreta Amedê ya di dilê me de em anîn ser dika Şanoya Amedê.” 

Îdrîs got ku li aliyekê zilma polîsên faşîstan di kolanên Amedê de dibînin, li aliyê din jî li Amedê şanoyên Kurdî tê pêşkêşkirin û wiha dirêjayî da axaftina xwe: “Ev jî tê wê wateyê ku şoreşa Kurd ne tenê çekdarî, di heman demê de bi hêza hunerî jî didome.” 


‘Wekî hunermendan hev bigirin’

Îdrîs da zanîn ku hemû hunermendên îro li Amedê kom bûne xwe wek kesek Amedî hîs dikin û wiha domand: “Ev jî hêza jiyana bi hev re derdixe holê. Em dixwazin siyasetmedarên Kurd jî weke me hev bigirin.” 

Îdrîs da zanîn ku herçend li başûrê Kurdistanê krîza aborî heye jî, ji bo ew bên Amedê di rewşên pir zehmet de xebitîn. Îdrîs got ku eger îro şervanên Kurd ji bo gelê xwe di rewşên pir zor de şer dikin ew jî dikarin ji bo hunera Kurd kedê bidin. 


 AMED