
Şoreş bi aliyê xwe yê çandî dibe şoreş. Şoreşên di dîrokê de û bandor li jiyanê kirine, tevan bi xwe re çandek jî afirandiye. Yanî şoreş ji ber kîjan pêwistiyê pêk bê bila bê, ji destpêkê heta dawiyê yekser bi çandê ve girêdayî ye. Jixwe raperîn, tevger yan pêvajoyên pêk hatin, heger lingê xwe yê çandî tine be, demkî dimînin û ji wan re nikare şoreş jî bê gotin. Ji stranan heta bi cil û bergan, ji kurrkirina rih, simbêl û porî heta bi xwarin-vexwarinê, ji bikaranîna lîteratûrê heta bi xwendinê, şoreş bandorê li her tiştî dike. Şoreş bi wêjeya xwe, bi stran û dengvedanên xwe yên çandî mayinde dibe. Dîsa hin şoreşên aborî, siyasî yên şoreş ji bo van mebestên din mîna ‘amûr’ xwestin bi kar bînin jî nikarîbûn mayinde bibin. Şoreşa Bolşevîk tevî ku bandoreke gelekî mezin li jiyana mirovahiyê kir jî, ji ber ku şoreş li ser têgehên aborî û çînî ava kir, mîna modelekê ma û piştî demekê jî xwe dubare kir.
Ji bo Şoreşa Sandînîstan jî û ya Îranê û hin cihên din jî heman tişt dikare were gotin. Yanî lawaziya lingê çandî bi xwe re di nava demê de yan têkçûn an jî bêbandorbûn anî. Ev mînakên dîrokî tev piştrast dikin ku heger şoreşa çandî tine be, hemû şoreşên din bêwate, bêbandor dimînin. Lewra ji bo şoreşek bibe şoreş, divê çand di navendê de be û beriya her tiştî were. Ji ber ku misogerbûna şoreşa çandî tê wateya bi xwe re misogerkirina aliyên din ên şoreşê jî.
Jixwe peyva ‘çand (wergera culture e)’ ji peyva latînî ‘cultura’ tê. Wetaya xwe çandinî, avakirin, bikaranîn, xemilandin, mêzekirin û bicîhbûna li ser axê ye.
Avakirina sîstemê ya piştî pêkhatina şoreşê, tenê heger di ser çandê re be dikare xwe nû bike û bi pêş bikeve.
Doh 40. salvegera damezirandina Partiya Karkerê Kurdistan-PKK’ê bû. Ji piraniya şoreşên di dîrokê de pêk hatî, PKK di wê pêvajoyê de ku gelê Kurd li ber têkçûnê bû, heta ji gelek aliyan ve têk çûbû, hate damezirandin. Ji pêvajoya berî damezirandinê heta roja me êriş, konsept û komkujiyên ji bo tinekirinê ranewestan. Li hember artêşên herî mezin, teknîka herî bipêşketî, hevkariyên navneteweyî yên li ser bazirganî û bazaran jî PKK heta roja me ya îro li ser lingan ma, xwe bi pêş xist û di nava şoreşa xwe ya mezin de bi dehan şoreşên biçûk afirandin.
Bipêşketin û mezinbûna PKK’ê girêdayî şoreşa çandî ya wê afirandî ye, yanî sirr û raza PKK’ê ya bipêşketina wê, bi çanda wê afirandî ve girêdayî ye.
Aliyê Rêberê Gelê Kurd ê lêkolîneriya dîrok û çanda Kurd, her wiha ya dîrok û çanda gelên Mezopotamyayê di avakirina vê çandê de diyarker e. Nirxdayina wî ya ji bo kesayetên dîrokî, hunermend, nivîskar, alim û rûsipiyên Kurdan, bi rojan guftûgoyên li ser çand, huner û dîrokê balkêş bûn. Mînak Ocalan pêşniyaz kir ku sala 1995´an bibe ‘Sala Ehmedê Xanê’ û jixwe ew sal wiha îlan kir.
Dîsa tesbîtên dîrokî yên li ser Sumeriyan heta bi arkeolojiya herêmê dibû sedem ku pirtûkên dîrokî, romanên dîrokî di nava Kurdan de di asteke bilind de werin xwendin.
Tevî vê yekê her qada ku gerîla gihiştiyê, her herêma ku bayê şoreşê gihiştiyê kete bin bandora çanda şoreşê. Cerdevan û dijberên şoreşê jî ketin heman bandorê. Alîgir-dijber, ji kîjan çînê be ferq nake, navê Kurdî, navê şehîdan li zarokan hate kirin. Stranên şoreşê li ser zimanê her kesî bûn. Dîsa lîteratur jî bi bipêşketina amûrên ragihandinê hate guhertin. Vê jî bandor li her warê jiyanê kir. Pêşengiya jinê, vegera civakê li cewherê xwe yê Kurdewarî, tev bandora şoreşa çandî bûn.
Ji ber êriş û konseptên tinekirinê, car caran aliyê çandî lawaz jî mabe, dîsa tevî hemû aliyên dikarin bên rexnekirin jî ya ku PKK´ê xist hêzeke cihanî û mezin kir, bihêzbûna çanda wê afirandî ye. Çand hebûneke dînamîk e û tim xwe nû dike. Ev çand, dînamîka xwe guherîna PKK’ê jî îfade dike.