Şervanê YPG`ê Mihemed Xelîl amurên kevin ku nayên bikaranîn bi şêwazekî afirîner vediguherîne kursî, palkursî, guldank û maseyan. Mihemed Xelîl ji bo vî karê xwe jî bermîlên hesinî yên kevin, tekelên erebeyan û cantên wan bi kar tîne.

Şervanê YPG`ê Xelîl bi destpêkirina şoreşê re cihê xwe di nava YPG`ê girt û beşdarî gelek hemleyan bû. Herî dawî jî li ser daxwaza wî fermandariya YPG`ê Xelîl rê kir kargeha sînaî ya tûgaya şehîd Azad û li wir dest bi boyaxkirina erebeyan kir.

Bermîl bûn kursî û mase

Bi demê re Xelîl di xebata xwe de dibe pispor û tevî derfetên kêm jî afrîneriya wê xwe di akrên din de dide der. Şervanê YPG`ê heta niha 10 taximên dîwanên çar kursî amade kirin û li ser çêkirina hineke din jî dixebite. Wî gelek guldank jî çêkirine. Mihemed têkildarî xebatên xwe dibêje: “Dema min kar dikir, ez hizirîbûm ku di şoreşan de tiştên nû tên afirandin, lewma min xwest li gel xebata xwe ya eskerî tişekî nû pêşkeş bikim. Hewldana min a yekemîn beriya 6 mehan destpê kir û min xwest hin bermîlan bikim dîwanên runiştandinê ango ji wan kursî û palkursiyan çêkim.” Mihemed destnîşan kir ku cara yekemîn weke ku ew dixwaze pêk nehat, lê piştî çend hewldanan ew fêr bû û êdî di vê yekê de bûye pispor û ji karê xwe jî hez dike.

Ji bo xêra giştî

Mihemed Xelîl di dawiya gotinên xwe de diyar kir ku armanca wî ne qezenckirina pereyan, lê ew ji bo saziyên sivîl û eskerî û parkên navendan bi hunerê xwe eşya û xemlan amade dike.

Di heman demê de Şervan Mihemed Xelîl bi vî karê xwe dide nîşan ku her tişta kevin yan jî êdî bi kêra karê pêşî ji bo wê çêkirî neyê, ne çop e, ew dikare ji nû ve bê bikaranîn. Encam hem di warê estetîkê de û hem jî di warê pratîkê de ji bo Mihemed Xelîl û civaka ew tê de serketî ye. 



EHMED SEMÎR / ANHA/QAMIŞLO