AXÎN TOLHILDAN / BAHOZ DAG
ANF/QAMIŞLO
Hediya Ramo ku bi rengekî çalak cihê xwe di nava berxwedana Rojava de digire û zarokên xwe jî kirine şervan, dibêje: “Şoreşa Rojava ne encama têkoşîna 7 salan e, ew berhema têkoşîna 40 salan e.”Hediya Ramo dayikek e ku ji sala 95’an ve têkoşîna azadiyê ya Kurd nas kiriye. Wê, gav bi gav têkiliya xwe ya bi têkoşîna azadiyê re xurt kir û bû yek ji kedkarên qedîm ê vê têkoşînê. Ramo ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtiye û lê guhdarî kiriye, ji ber desteka xwe ya ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurd, 2 caran li zindanên rejîma Baesê dîl hatiye girtin.
Hediya Ramo ji destpêkê heta niha cihê xwe di nava karê şoreşê de digire. Wê 3 kurên xwe tevlî nav refên YPG’ê kirin. Hediya Ramo ku niha Hevseroka Komuna Şehîd Kamûran a li Qamişloyê ye, cihê xwe di nava Hêzên Parastina Civakî yên Jinê (HPC-JIN) de digire û kolan û taxa xwe diparêze.
Hediya Ramo dest nîşan kir ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurd û Şoreşa Rojava ketine zik hev û got, “Şoreşa li Rojava keda 7 salan nîne. Ew berhema têkoşîna ji 40 salan ve ye.”
Piştî hatina Xebat Dêrik
Mala Hediya ku li gel zext û zordariya rejîmê jî di salên 2000’î de ji bo gerîlayan mîna dibistanekê bû, bi destpêkirina Şoreşa Rojava re weke navendeke amadekirina şoreşê hate bikaranîn. Ramo diyar kir ku piştî yek ji sembolên Şoreşa Rojava, Ş. Xebat Dêrik ji bo amadekariyê hate mala wan, wê fêhm kir ku wê şoreş pêk were û cihê xwe di karê şoreşê de girt.
Zehmetî û kêfxweşî bi hev re
Ramo da xuyakirin ku ne tenê zarokên wê, pirraniya ciwanan pêl bi pêl berê xwe didan nava refên YPG’ê û got, “Ji cîranên me, xizmên me gelek ciwan tevlî nav refên YPG’ê bûn. Dema ku êrişên li dijî şoreşê dest pê kirin, gelek fermandarên fedakar şehîd bûn. Zehmetî û kêfxweşiya me bi hev re bû. Lê belê weke dayikan, a herî zêde tehde li me dikir ew bû ku me rojane şehîd radikirin. Rojinan me panzdeh, rojinan jî sih şehîd bi hev re dispartin axê. Şoreşa me bi dayina berdêlên gelekî giran bi pêş ve diçû. Wan canê xwe dida, diviya bû me jî keda xwe bida.”
Me ji wan re nan û av dibir
Hediya Ramo ku bi rengekî çalak cihê xwe di nava saziyên şoreşê de digire, ji bo barê şervanên YPG/YPJ’ê hinekî sivik bike, tevî hevalên xwe xwarin ji şervanên re li eniyên şerî çêkir. Ew li ser vê yekê dibêje: “Me xwarin çêdikir û dibir ji tabûran re. Ne tenê li Qamişloyê em diçûn bereyên li derveyî Qamişloyê jî. Me carinan bi 10-15 beroşan savar, carinan goşt çêdikir û dibir ji zarokên xwe re. Ew hemû zarokên me bûn û me ji wan re xwarin û av dibir... Şervanên YPG û YPJ’ê hemû zarokên me bûn.”
Em ê bibin pişta keç û xortên xwe
Ramo bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo kurê wê yê bi navê Egîd gotibû, ‘Înşaleh wê bibe Egîdek’ û diyar kir ku kurê wê niha yek ji fermandarên YPG’ê ye. Ramo got, “Ez jî bi zarokên xwe û bi hemû zarokên me serbilind im. Destpêkê pere tine bû. Ne kinc ne jî fîşek hebûn. Çeteyan bi rengekî giran êriş dikir.
Em bi ser ketin
Dema ku min û cîranên min dîtin ku zarokên me rahiştine çekê û xaka xwe diparêzin, ji kêfa em bi per û bask bûn. Bi vê serbilindiyê me soz da ku em ê bibin pişta zarokên xwe. Heta niha jî em ji wan re pişt in. Me texmîn nedikir ku weke gelê Kurd wê hêza me ya çekdar, wê hêza me ya jinê çêbe. Me berê rojbûna Rêberê xwe û 15’ê Tebaxê bi dizî pîroz dikir. Em bi ser ketin, bi saya keda mezin a Rêberê xwe bi keç û xortên xwe, em bi ser ketin.”